Li 3 bajaran dewleta Tirk hate protestokirin

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û şîddeta rejîma Îranê li bajarên Goteborg, Munîh û Kîelê hate protestokirin.

GOTEBORG

Li bajarê Goteborgê yê Swêdê Kurdistanî û dostên wan li Qada Goteplatsenê hatin ba hev û heta qada Gûstav Adolfê meşiyan.

Di meşê de alayên PYD, YPG, YPJ’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan.

Di axaftinên çalakiyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirker pêk tîne û bang li Kurdan hate kirin ku bila li hemberî êrîşan bibin yek.

MUNÎH

Li bajarê Munîhê yê Elmanyayê jî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin. Di vê çalakiyê de sloganên wekî ‘Erdoganê qatil’, ‘Tirkiyeya terorîst’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ hate berzkirin.

KÎEL

Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê jî êrîş bi çalakiyekê hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku divê Elmanya êdî çekan nefiroşe Tirkiyeyê.