Leyla Agirî û Dozdar Hemo li Zurîhê hatin bîranîn

Endama Komîteya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî û ji fermandarên pêşeng ên PKK’ê Dozdar Hemo yên di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de şehîd bûyîn, li bajarê Zurîha Swîsreyê hatin bîranîn.

Endama Komîteya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî (Filîz Aslan) a ku meha Hezîrana 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de şehîdbûyî û ji qadroyên pêşengên fermandarên PKK’ê Abdulrahman Hemo (Dozdar Hemo) ê ku meha Mijdara 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên hewayî yên dewleta Tirkiyê de şehîdbûyî, li Zurîha Swîsreyê hatîn bîranîn.

Bîranîna ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurdên Swîsreyê (YJK-S) û Komîteya Malbatên Şehîdan ên Swîsreyê ve hatî organîzekirin, li Navenda Civaka Kurd (CDK) ê hate lidarxistin.

Piştî axaftina destpêkê, di kesayeta Leyla Agirî û Dozdar Hemo de ji bo bîranîna hemû şehîdên têkoşîna azadiyê, deqîqeyekê rêz hate girtin.

Di bîranînê de nûnera PYD’ê ya Ewropayê Zozan Dêrik axivî û bal kişand li ser jiyan û têkoşîna Leyla Agirî û got, “Leyla Agirî îro bi Sakîne Cansizan bû pêşenga têkoşîna jinê. Eger îro em xwedî li têkoşînên Sakîneyan û Leylayan derbikevin, bi teqez em ê têkoşîna ku wan dayîn bigihînin serkeftinê.”

‘LI DIJÎ DAGIRKERÎ, QETLÎAM Û ÎXANETÊ WÊ TÊKOŞÎNA GELÊ KURD BI SER BIKEVE’

Dêrik bal kişand li ser êrîşên dagirkerî û qetlîamên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û got, “Di vê pêvajoyê de hevalên me di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de şehîd bûne. Li dijî îstixbarata dewleta Tirk têkoşîna me bihêztir e. Îro Nêçîrvan Barzanî û dewleta Tirk hatin gel hev û xwestine ku hêza PKK’ê kêm bikin. Her ku em daxwazên xwe yên aşitiyê yên bi rûmet tînin ziman, dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî me berdewam dike. Li dijî têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd, wê zilma li dijî vî gelî rewa tê dîtin bi dawî bibe. Bila herkes bizanibe ku tu hêzek nikare îradeya gelê Kurd bişkêne. Bi teqez em ê serbikevin.”

Piştî axaftina Dêrîkê, li ser jiyana Leyla Agirî û Dozdar Hemo ji aliyê aktîvîsta YJK-S yê ve hate pêşkêşkirin.

Piştî ku li ser jiyana Leyla Agirî ya di nava Azadî û Têkoşîna Jinê de sînevziyon hate temaşekirin, biranîn bi dirûşmeyên, “Şehîd namirin” bidawî bû.