Leyen: Danûstandina bi extiyaran re wê demeke dirêj kêm be
Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyen diyar kir, ji ber pandemiyê danûstandina bi mirovên extiyar re wê bi mehan kêm be.
Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyen diyar kir, ji ber pandemiyê danûstandina bi mirovên extiyar re wê bi mehan kêm be.
Ûrsûla von der Leyen ji rojnameya Bîld a Elman re axivî û got, "Heta ku derman neyê peydakirin, danûstandina bi mirovên extiyar re divê kêm be."
Seroka Komîsyona Ewropayê bi taybetî bal kişand ser extiyarên li stargeha extiyaran û got, "Ez zanim ku zehmet e û îzolasyon giran e, lê belê ev yeke meseleya man û nemanê ye. Em neçar in bi dîsîplîn û bi sebir bin."
Leyen diyar kir ku ew hêvî dikin heta beriya dawiya salê derzî û dermanê li dijî vîrûsê li laboratûwarê bê çêkirin.
Leyen got, "Piştre ji bo yekser bi lez derzî bê amadekirin, ji niha ve em bi hilberîneran re di nava danûstandinan de ne."