Leşkerên têne kuştin ji raya giştî têne veşartin

Mehên dawî bi sedan cenazeyên leşkeran anîn Tûgaya Komando ya Çiyê ya Colemêrgê û Leşkergeha Fatîh. Lê belê ev mijar ji raya giştî hate veşartin.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê di şer de her roj gelek leşker û cerdevan têne kuştin. Piraniya wan nayê eşkerekirin. Ji bo hinek ji wan îdîa dikin ku bi qezayê, yan jî ji ber pêvedana mêşê mirine.

Tûgaya Komando ya Çiyê ya Colemêrgê û Leşkergeha Fatîh ji wan baregehên bingehîn e ku di şer de têne bikaranîn. Li van baregehan tevahiya rojê amadekariyên leşkerî têne kirin; leşker û cerdevanan dibin qadên şer û tînin. Leşker û cerdevanên têne kuştin jî cenazeyên wan tînin van baregehan.

Ji bo cenazeyên ku berê dianîn vê derê, bi beşdariya amîrên saziyên dewletê merasîm dihatin lidarxistin. Tevlîbûna amîrên saziyan mecbûrî bû. Eşkere bû ku demên dawî ji bo leşkerên têne kuştin û cenazeyên wan tînin Baregeha Komando ya Çiyê ya Colemêrgê û Leşkergeha Fatîhê merasîma leşkerî nayê lidarxistin û cenazeyên wan bi bêdengî têne şandin. Cenazeyên hin leşkeran jî li şûna Colemêrgê yekser ji Wanê re têne şandin.

Çavkaniyekî ragihand ku her roj, her şev bi dehan helîkopterên leşkerî ji baregeha leşkerî bi hewa dikevin an jî xwe datînin û got, "Ji biharê û vir ve cenazeyên bi sedan leşkerî anîn. Em êdî fêhm dikin ku kîjan helîkopter cenazeyan tîne. Cenaze bi bêdengî tê şandin. Ev cenaze ji raya giştî re nayê eşkerekirin, ji mirovan tê veşartin, lê belê em her tiştî dibînin. Hejmara cenazeyan ewqasî zêde ye ku ew jî neçar man vê veşêrin."