Lêhat Botî li Wûppertalê hate bibîranîn
Welatparêzê Kurd Lêhat Botî yê ku meha borî ji ber penceşerê rehmet kiribû li bajarê Wûppertalê yê Elmanyayê hate bibîranîn.
Welatparêzê Kurd Lêhat Botî yê ku meha borî ji ber penceşerê rehmet kiribû li bajarê Wûppertalê yê Elmanyayê hate bibîranîn.
Mehmet Emlek (Lêhat Botî) yê ji Cizîra Şirnexê di 2’ê Hezîranê de li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê ji ber nexweşiya penceşerê rehmet kiribû.
Lêhat Botî îro li Mizgefta Ehmedê Xanî ya li Wûppertalê bi tevlêbûna gelek kesan hate bibîranîn. Di bibîranînê de qala jiyan û têkoşîna Lêhat Botî hate kirin.