LDH: Bêedaletiya di Qetlîama Parîsê de hêzê dide kujeran

Lîga Mafên Mirovan a  Fransayê (LDH) di salvegera Qetlîama Parîsê de daxuyanî da û diyar kir ku bêedaletiya di dozê de cesaret dide kujeran.

LDH’ê bi daxuyaniyekê damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez  bi bîr anî yên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin.

Lîga Mafên Mirovan diyar kir ku şeş sal ji ser qetlîamê derbas bûye û doz hê jî nehatiye zelalkirin.

LDH’ê go: “Êş û hêrsa me, hê jî zindî ye. Bi çalakiyên xwe em ê kujeran nalet bikin. Ligel ku tê zanîn kujer kî ne, saziyên Fransayê nakevin nav tu hewldanan.

Em dizanin ku ji ber pêknehatina edaletê, kujer cesaret werdigirin. Ev êrîş tê wateya, êrîşên li ser têkoşîna azadiyê ya jinan û di heman demê de ev êrîş li dijî edalet û demokrasiyê ye jî.”

Lîga Mafên Mirovan ji bo meşa di 12’ê Çileyê de ew ê li Gare de Nordê destpê bike, banga tevlêbûnê kir.