Lİ Soderhamnê demokratên sosyal li dijî qeyûm helwest nîşan dan

Rêxistina navçeyê ya Partiya Karkeran a Demokratên Sosyal a Soderhamnê diyar kir qeyûmên ku anîn ser şaredarên ku bi dengên gel hatine hilbijartin neyê qebûlkirin.

Rêxistina navçeyê ya Partiya Demokratên Sosyal a Sodehamnê ya Swêdê bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr xist ku hevşaredarên şaredariya mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê ku bi dengên gel hatine hilbijartin 19'ê Tebaxê ji peywirê hatine standin û diyar kiR, ev nayê qebûlkirin. Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin, ''Ev êrîşa berbiçav a li ser demokrasiyê li Tirkiyê pêk hat, ku endamê NATO'yê ye û her wiha namzetê Yekîtiya Ewropayê ye. Ev êrîş ne tenê li ser wan kesan e ku ji peywirê hatine standin, her wiha êrîşek e li ser wan hilbijêran e ku mafê wan ê dengdanê hatiye desteserkirin.''

Di daxuyaniyê de hate gotin ji bilî hevşaredarên ku ji peywirê hatine girtin, 60 rêveberên şaredariyê û her wiha li derdora 400 HDP'yî jî hatine girtin.

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin ji ber têkçûna mezin a Erdogan a di hilbijartina 31'ê Adarê de siyasetmedarên Kurd têne girtin, Erdogan yasadanîn, daraz û rêveberî hemû kiriye bin nîrê xwe. Her wiha hate gotin têkçûna 31'ê Adarê Erdogan hejijandiye, ferz kir ku li Stenbolê dîsa hilbijartin bibe lê AKP li devera ku xurt bû dîsa têk çûye.

Herî dawî hate xwestin ku Erdodan hurmetê bide vîna ku di hilbijartina xwecih de diyar bûye, divê mafên sereke û azadî werin mîsogerkirin û hate gotin ,''di demokrasiyan de siyasetmedarên ku bi rêbazên demokratîk hatin hilbijartin nikarin ji peywirê werin standin.''