Kurdistaniyên Toûloûseyê ji bo NY’yê name şandin

Kurdistaniyên li Toûloûse dijîn, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi nameyan bang li NY’yê dike ku erka xwe pêk bîne.

Kurdistaniyên bajarê Toûloûse ya Fransayê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name şand ji NY’yê re û banga bicihanîna erka wê kir.

Nûnerên Însiyatîfa jinan di dema şandina nameyan de daxuyaniyek da û diyar kir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de polîtîkayên dixwazin temamê gelê Kurd tine bikin, tên pêkanîn.

Nûneran anî ziman ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, wê gelê Kurd di nava çalakiyan de bin.

Piştî axaftinan Kurdistaniyan bi yek dengî dirûşmên ‘Azadiya Serokatî azadiya me ye’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ qîr kirin û şûnde name şandin ji NY’yê re.