Kurdistaniyên li Ewropa ji bo Ocalan li qadan in
Piştî îdîayên têkildarî tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şûnde, çalakiyên protestoyî yên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê dewam dike.
Piştî îdîayên têkildarî tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şûnde, çalakiyên protestoyî yên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê dewam dike.
STRASBOÛRG
Piştî banga KCDK-E û TJK-E’yê û şûnde çalakiyên ji bo azadî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Ewropayê zêdetir bûn.
Di vê çarçoveyê de Kurdistaniyên li Strasbûrg a Fransayê dijîn li pêşiya avahiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropayê kom bûn, pankartên bi nivîsên ‘Ji Ocalan re azadî, ew ne bi tenê ye’, ‘Bimre tecrîda li Îmralî’ û ‘CPT û Konseya Ewropa dawî li bêdengiya xwe bînin’ hildan.
Di axaftinên hatin kirin de bang hate kirin ku CPT erka xwe pêk bîne û dirûşmên ‘Bimre rejîma faşîst a Tirk’, ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin qîrkirin.
WÛPPERTAL
Li bajarê Wûppertal a Elmanyayê jî li pêşiya gara trenê çalakiyek ji aliyê Meclîsa Jinan a Viyan ve hate lidarxistin, daxwaz hate kirin ku tevilê hevdîtin bi Ocalan re bê kirin û tecrîd bi dawî bibe.