Kurdistaniyê bi navê Mûstafa Tûzak jî dest bi grevê kir

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, Kurdistaniyê bi navê Mûstafa Tûzak dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir.

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê yên Hevseroka Giştî ya KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, girtiyên azadiyê, berxwedêrên li Strasboûrg, Galler, Newport, Toronto û Den Haagê didomin.

Endamê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Mûstafa Tûzak ê li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê ye, dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir.

Tûzak piştî ku di hefteya 343'an de li Strasboûrgê tevlî çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Ocalan bû, 13'ê Çileyê dest bi greva birçîbûnê kiribû û 8 rojan di grevê de bû. Tûzak ragihand, ji îro û pê ve wê greva xwe ya birçîbûnê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Strasboûrgê bi rengekî bêdawî û bêdorveger bidomîne.

Alîgirên ATÎK û MLKP'ê jî serdana Tûzak kirin û piştgirî dan wî.