Kurdistaniyan li Swîsreyê çalakî kirin
Li bajarê Aaraû ya Swîsreyê Kurdistaniyan di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ çalakiye kirin.
Li bajarê Aaraû ya Swîsreyê Kurdistaniyan di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ çalakiye kirin.
Di çarçoveya pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ Kurdistaniyan li bajarê Aaraû ya Swîsreyê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Çalakî li ser banga Meclîsa Jinan a Rojbîn li Bahnhofplatzê hate kirin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre jî aktivîsta jin a Kurd Asîmî Engîn axivî û dîroka Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û pêvajoya îro komplo didome bi Elmanî û Tirkî vegot.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsre (CDK-S) Alî Şîmşek jî axivî û diyar kir ku ji bo daxwazên girtiyan bigihînin raya giştî ya cîhanê ew ê li her derê çalakiyan bidomînin.
Şîmşek destnîşan kir ku dagirkerî, qetlîam û tecrîd 22 sal in didome û got: “Hêza ku em ji Rêbertiya xwe û dîsa dînamîka serketinê ya em ji serketina gerîla ya ji Garê digirin, serketinê pêk bînin û Rêbertiya xwe azad bikin.”
Piştî axaftinan û şûnde dirûşmên xwedîderketina li pêngavê hatin qîrkirin.