Kurdistanî û dostên wan ji bo Kenan Ayaz meşiyan

Bi daxwaza azadiya siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ê dest bi greva biçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kiriye, li paytexta Qibrisê Lefkoşyayê meşek hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ji bo azadiya siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz li ser banga komên anarşîst ên li Qibrisê li qada Faneremonîs a li paytext Lefkoşyayê hatin ba hev.

Serokê Giştî yê Partiya Keskan George Perdîkîs, Berdevkê Komîsyona Piştevaniyê ya bi Gelê Kurd re a Qibrisê G.Sparos, Nûnera Partiya Edek Elena Lympoûrî, ji partiya AKEL’ê Wezîrê berê yê Karên Hundir a Qibrisê Neoklîs Svlîkîotîs û Yorgos Kûkûmas, rojnamevan Alekos Mîchaîlîds, rêxistinên sivîl û komên anarşîst jî bi al û rengên xwe tevlî çalakiyê bûn.

Girse, ji Qada Faneremonîs heta girtîgeha ku Ayaz lê girtiye meşiyan. Çalakvanên ku pankartên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Ji Kenan Ayaz re azadî” û wêneyên Kenan Ayaz vekirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” û “Ji Kenan Ayaz re azadî” berz kirin.

Di axaftinên li ser navê girseya ku piştgirî dan çalakiya greva biçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a Kenaz Ayaz de hat gotin ku nabe têkoşîna gel a ji bo azadiyê bi terorîzmê bê nirxandin û hat xwestin ku Ayaz demildest bê berdan.

WÊ LI BER DADGEHÊ ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ BÊ LIDARXISTIN

Piştre Rêveberên Navenda Çanda Kurd a Teofîlos ragihandin ku ji bo piştgirî dayîna Kenan Ayaz wê sibê li ber Dadgeha Bilind a Qibrisê greva birçîbûnê bidin destpêkirin.