Kurdistanî li Lozanê gotin: Em ê ji bîr nekin
Li bajarê Lozan ê Swîsreyê Fermana 74’an a li dijî Êzidiyan û cezayê darvekirinê ya li dijî rojnamevan û aktivîsta mafên jinan Pexşan Ezîzî hatin protestokirin û qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn.
Li bajarê Lozan ê Swîsreyê Fermana 74’an a li dijî Êzidiyan û cezayê darvekirinê ya li dijî rojnamevan û aktivîsta mafên jinan Pexşan Ezîzî hatin protestokirin û qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn.
Kurdistaniyên bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Lajînê li qada St Laurentê li hev civiyan, ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê find pêxistin û deqeyek rêz girtin.
Li ser navê dîwana Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Hatîce Kandal qurbaniyan bi bîr anî û wiha got: “3’ê Tebaxa 2014’an yek ji sûcên herî giran ên li dijî mirovahiyê li ber çavên me qewimî. Bi van êrîşên hovane ku li pêş çavên civaka navneteweyî û hemû dewletan pêk hat, tunekirina gelê Êzidî hat hedefkirin ku civaka qedîm a herêmê ye. Em 74’an qirkirina Êzidî şermezar dikin û qurbaniyên qirkirinê û şehîdên xwe yên di dema azadkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dane bi minetdariyeke mezin bi bîr tînin.”
Li ser navê Meclîsa Jinê ya Lajînê ji aliyê Rûken Azik ve 2 metnên çapemeniye hatin xwendin. Rûken Azik got: “Di van êrîşan de ku bi zanebûn û sîstematîk hate kirin, zêdeyî 400 hezar kes ji cihê xwe bûn, nêzî 10 hezar kes bi hovane hatin qetilkirin. Zêdeyî 7 hezar jin û zarok hatin revandin û di bazarên koleyan de hatin firotin.
Rûken Azik bang li civaka navneteweyî kir û diyar kir ku pir girîng e ku ji nû ve avakirina Şengalê û pêkanîna binesaziya wê were kirin.
Rûken Azik têkildarî cezaya darvekirinê ya Îranê li dijî rojnamevan û aktivîsta mafên jinan Pexşan Ezîzî jî got ku hikûmeta Îranê polîtîkaya xwe ya qirkirinê ya li dijî Kurdan û sepandinên dermirovî yên li dijî jinan didomîne.
Rûken Azik bi gotina “Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re” bang li hemû sazî û rêxistinan kir ku li dijî cezayên kuştinê hemû girtiyên siyasî bên berdan û têkoşîneke berfireh bê kirin.
Kurdistaniyan piştî xwendina metna çapemeniyê bi dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.