NÛ BÛ- Kurdistanî li her derê li qadan in

Çalakiyên ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya bi çalakiyên grevên birçîbûnê re li Ewropayê bê navber dewam dikin.

Li ser banga TJK-E’yê Kurdistaniyên daketin qadan xelekên ji mirovan çêkirin.

MUNSTER

Li bajarê Munster a Elmanyayê ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan û piştevaniya bi grevan re çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û peyama ‘Heta tecrîd bi dawî bibe wê çalakî bidome.”

MANNHEÎM

Li ser banga Meclîsa Jinan a Ronahî-Bêrîvan li bajarê Mannehîm li navenda bajar xeleka ji mirovan hate çêkirin. Di çalakiyê de bal hate kişandina ser çalakiyên grevên birçîbûnê û hate gotin ku rewşa berxwedêran gihiştiye asta krîtîkbûnê.

BERLÎN

Li bajarê Berlîn ê Elmanyayê jî li pêşiya Dêra Yikikê çalakiya hate kirin Hevseroka NAV-DEM’ê Melek Yûla  li gel ji Meclîsa Jinan a DEST-DANê Sûsanna Rosslîngê axavîn.

 Yûla bal kişand ser rewşa giran a çalakiya grevê û Rosslîng jî banga hestyariyê li hikûmeta Elman û raya giştî kir.

GÎESSEN

Li bajarê Gîessen li Kîrchen Platzê mîtîngek hatek irin.  Di meşê de  dirûşmên ‘Kujer Erdogan’, ‘Terorîst Erdogan’, ‘Tirkiye bombe dike, Elmanya fînanse dike’ û ‘Ji Ocalan re azadî û ji Kurdistanê re statû’ hate qîrkirin.

DARMSTADT

Bi armanca piştevanîkirina bi çalakvanên grevên birçîbûnê li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê jî çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de dirûşmên piştevaniya bi grevan re û daxuyaniya hate dayîn ve bi dawî bû.

BELLÎSONA

Li bajarê Bellîsona a girêdayî Kantona Tîcîno ya Swîsreyê  jinên Kurd û dostên wan ên Îtalî ku bi pêşengtiya Însyatîfa Jinên Tîcînoyê li pêşiya Manor a li navenda bajar hatin ba hev çalakiyek kirin.  Di çalakiyê de tecrîda li ser Ocalan protestokirin.  Çalakiya ku belavok têde hate belavkirin piştre heta pêşiya stasyona trana navendê meşek bêdeng hatekirin. Piştî meşê çalakî bi dawî bû.