Kurdistanî ji bo Ocalan li kolanan in
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn ji bo tenduristî û agahiyek ji rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin li gelek navendan daketin qadan û daxwaza azadiya wî kirin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn ji bo tenduristî û agahiyek ji rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin li gelek navendan daketin qadan û daxwaza azadiya wî kirin.
Çalakiyên Kurdistaniyan a ji bo agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin û tecrîdê protesto dikin bê navber dewam e.
KOLN
Kurdên li Kolnê dijîn saet 18:00’an daketin qadan gotin ku ‘Ocalan xeta me ya sor e’.
Di çalakiyê de peyama KCDK-E’yê hate xwendin û dirûşmên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qîr kirin. Di axaftinan de ev hate gotin: “Abdullah Ocalan lîderê gelê Kurd e, xeta sor a Kurdistanê ye.”
GÎESSEN
Li ser banga KCDK-E û TJK-E’yê Kurdên li Gîessen a Elmanyayê bi dirûşma ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ daketin qadan. Di çalakiyê de hate gotin ku heta agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê girtin wê çalakiyên xwe bidomînin.
Çalakî bi dirûşman dawî bû.
DÛÎSBÛRG
Li ser banga NCKD a Dûîsbûrgê saet 17:00’an Kurdistanî li qada Konîgstrê hatin ba hev. Li ser navê NCKD Niyazî Aktaş, li ser navê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel jî Amara Çiya û li ser navê TEKO-JIN jî Avesta Vejîn axivîn. Her wiha di mîtînga hate kirin de jî peyama KCDK-E’yê jî hate xwendin.
Hate gotin ku heta agahî ji Ocalan neyê girtin wê tim li qadan bin. Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.
BREMEN
Kurdistaniyên li navenda bajarê Bremen hatin ba hev bal kişandin ser rewaş û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di axaftinên hatin kirin de li ser îdîayên hatin kirin fikarên cidî yên Kurdan hene.