Kurdistanî Huseyîn Yildiz jî kete grev bêdawî-bêdorveger

Ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bal kişandina ser rewaş tenduristiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven Kurdistaniyê bi navê Huseyîn Yildiz li Den Haagê kete grevê.

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê Kurdistaniyê bi navê Huseyîn Yildiz ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadî, ewlehî û tenduristiya wî kete grevê.

Yildiz ê diyar kir ku heta tecrîd bidawî bibe wê çalakiya xwe bidomîne got: “Bi sedê salan e tên qetilkirin, zilim û zext tên kirin. Çalakiyên bi pêşengtiya Leyla Guven hatine destpêkirin hem ji bo azadiya Birêz Ocalan û hem jî ji bo azadiya Kurdistan û hesab xwestina sed salî ye.”