Kurdistanî û dostên wan li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji Elmanya, Fransa û Hollandayê bi rê ketin û li bajarê Bruksel ê Belçîkayê li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin.
Girseya ku li qada Porte de Namur li hev civiyan, pankarta ku bal dikşîne ser sûcên şer ên dewleta Tirk vekirin û alên YPG û YPJ’ê hilgirtin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê heta Parlamentoya Ewropayê meşiyan. Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs diyar kir ku eger êrîş neyên rawestandin wê trajediya mirovahiyê çêbibe û xwest PE’yê rola xwe bilîze.
Di daxuyaniya li ser navê girseyê de peyam ji bo saziyên Ewropayê yên ku ji êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî re bêdeng dimînin, hate dayîn.
Parlementerê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostelt, Parlementerê Partiya Çep a Baskê Pernando Barrena axivîn û anîn ziman ku ew bi Rojava re ku li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe didin, di nava piştevaniyê de ne.
Nûnerê PYD’ê yê Ewropayê Fuat Omer jî destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk carek din DAÎŞ’ê zindî dike û got: “Divê hêzên navneteweyî û Parlamentoya Ewropayê bi awayekî cidî nêzî vê mijarê bibin.”
Omer bang li Kurdan kir û got: “Ev ne tenê şerê Rojava ye, şerê azadiyê ya Rojhilata Navîn e. Ev şerê tevahiya Kurdistanê ye. Ev şerê gelê Kurdistanê ye.”
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ahmet Karamus jî anî ziman ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe tunekirina hebûn û nasnameya gelê Kurd û guhertina demografiya Rojava hedef digire. Karamus bang li Konseya Ewropayê û raya giştî ya Ewropayê kir û got: “Eger êrîş neyên rawestandin wê trajediya mirovahiyê çêbibe. Em bang li Yekîtiya Ewropayê dikin, eger rola xwe bilîze, li dijî êrîşên dewleta Tirk helwest bigire, trajedî û komkujiyên mirovahiyê dikarin bên rawestandin."