Kurdên Rûsyayê piştgirî dan pêngava KCK’ê û tecrîd şermezar kirin

Kurdên Rûsyayê polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û anî ziman ku wê ti demê polîtîkayên wan bi ser nekevin.

Kurdistaniyên li deverên cihê yên herêmên Rûsyayê dijîn bi armanca destekdayîna pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşizim û dagikeriyê re; dem dama azadiyê ye’ û protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek kirin.

Kurdên li navçeya Mîçûrînsk a herêma Tambovê dijîn, bi armanca protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin ba hev û daxuyaniyek dan.

Li ser navê girseyê Serokê Meclîsa navçeya Mîçûrînsk Nebî Abdulsalam daxuyanî da. Abdulsalam tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir, diyar kir ku weke Kurdên Dîasporayê wê ti demê tecrîdê qebûl nekin û ji bo demildest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê têkoşînê xurtir bidomînin.

Abdulsalam anî ziman ku gelê Kurd Ocalan ji bo xwe rêber dîtiye, ji bo wê ku ji bo çareseriya pirsa Kurd jî yekane muxatabê vê yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Abdulsalam got: “Dewleta Tirk a faşîst ku bi êrîşên xwe yên li ser Kurdan ku ti encam negirt, heta ku HPG hebe wê têkoşîna gelê Kurd bibome.

Abdulsalam hevkariya rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya li gel dewleta Tirk şermezar kir û got: “PDK bê ku direng bibe divê ji vê xeta xiyanetê vegere.”

Herî dawî Abdulsalam bang kir ku divê gelê Kurd li her derê bibe yek û li dijî xeta xiyanetê bibe yek û li dijî dewleta Tirk a faşîst bi hev re têbikoşe.