Kurdên li Rûsyayê qetilkirina rojnamevanan şermezar kirin
Kurdên li Rûsyayê ragihandin ku di encama hevkariya PDK'ê de dewleta Tirk li Silêmaniyeyê 2 rojnamevan qetil kiriye û dagirkerî û xiyanet şermezar kirin.
Kurdên li Rûsyayê ragihandin ku di encama hevkariya PDK'ê de dewleta Tirk li Silêmaniyeyê 2 rojnamevan qetil kiriye û dagirkerî û xiyanet şermezar kirin.
Rêxistinên Kurdan ên li Rûsyayê bi daxuyaniyeke hevpar êrişa dewleta Tirk a dagirker a li navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyeyê şermezar kirin ku di encamê de 2 rojnamevanên Kurd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên herdu şehîdan û gelê Kurd re hate xwestin û hevkariya PDK'ê û malbata Barfzanî ya bi dewleta Tirk a dagirker re bi tundî hate şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di encama xiyanet û hevkariya PDK'ê de dewleta Tirk a faşîst derbasî nava xaka Kurdistanê bûye û bi rengekî hovane êrişî Kurdan, şoreşgeran, siyasemedar, çalakvan û rojnamevanên Kurd dike. Êrişa herî dawî jî 23'ê Tebaxê li Başûrê Kurdistanê li hemberî rojnamevanên Kurd hate kirin. Êriş bi piştgirî û alîkariya îstîxbarata PDK'ê pêk hat û di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn, xebatkarekî çapemeniya azad jî birîndar bû."
Di daxuyaniyê de bi navê Kurdên li Rûsyayê Dewletên Sowyeta Berê bang li PDK'ê û malbata Barzanî hate kirin ku dev ji xiyanetê û hevkariya bi dijminê gelê Kurd berde.