Kurdên li Rûsyayê êrişên li ser KNK û balafirgeha Erbetê şermezar kirin
Rêxistinên Kurdan ên li Rûsyayê, êrişên hêzên dewleta Tirk ên li ser Nûnertiya KNK'ê ya Başûrê Kurdistanê û balafirgeha Erbetê şermezar kirin.

Yekîtiya Rêxistinên Civakî yên Kurd a Navneteweyî, Rêxistina Êzidxanê ya Rûsyayê û Rêxistina Civakî ya Jinên Kurd a Navneteweyî daxuyaniyeke hevpar dan û qetilkirina Denîz Cevdet Bulbun şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di heman demê de êriş li ser balafirgeha Erbetê ya Silêmaniyeyê hate kirin û ev yek tesadûfî nîne.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pêwendiya rêveberiya PDK'ê bi van bûyeran re heye.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re hate xwestin.