Kurdên li Marsîlya bang li NY’yê kir
Kurdistaniyên li Marsîlya ya Fransayê dijîn name ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga berpirsyariyê kirin.
Kurdistaniyên li Marsîlya ya Fransayê dijîn name ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga berpirsyariyê kirin.
Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê ya li Ewropayê dewam dike.
Di vê çarçoveyê de Kurdistaniyên li Marsîlya dijîn di vê mijarê de bang li NY’yê kir û li qada Canabîereyê kom bûn, pişre jî name ji bo NY’yê şandin.
Di çalakiyê de dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Kujer Erdogan’ qîr kirin.