Kurdên li Kopenhag û Swêda Bakur: Heya agahiyek neyê girtin wê çalakiyên me bidomin
Li paytexta Danîmarka Koppenhag û li bajarên Orebro, Karlstad, Borlenge, Vasteras û Gavle yên Swêda Bakur Kurdistanî li ser pêyan bûn.
Li paytexta Danîmarka Koppenhag û li bajarên Orebro, Karlstad, Borlenge, Vasteras û Gavle yên Swêda Bakur Kurdistanî li ser pêyan bûn.
Çalakiyên li Ewropayê yên bi daxwaza pêkhatina hevdîtina parêzer û malbat ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêktên didomin.
KOPENHAG
Kurdistaniyê li bajarê Kopenhag a Danîmarkayê îro di çalakiyê de bûn. li Radhûspladsen’ê çalakvanan fikarên xwe yên têkildarê rewşa tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman û bi berdewamî dirûşêmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berzkirin. Her wiha ev peyam dan: “Rêbertiya me xeta me ya sore û heya rewşa wî zelal nebe emê çalakiyên xwe bidomînin.”
Di çalakiyê de qetlîama Helebçeyê hate protestokirin.
SWÊDA BAKUR
Bajarên Orebro, Karlstad, Borlenge û Vasteras yên Swêda Bakur jî ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser pêyan bûn.
Kurdistaniyên li Swêda Bakur dijîn peyam dan ku heya hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re neyê çêkirin wê di çalakiyê de bin.
Li bajarê Galve yê Swêdê jî îro di saet 15:00’an de li navenda bajêr çalakiyek hate organîzekirin.
Piştî ku bûyerên têkildarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vegotin li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Vecdîn Batte axivî. Batte got: “Rêberê me rêya azadî û rizgariyê nîşanê me da. Em jî di vê rêyî de dimeşin. Lê Erdogan û dewleta Tirk êdî aqilê xwe wenda kiriye. Dibe ku tiştên pir xeter bike.” Batte bang li Kurdistaniyan jî kir ku li hemberî wan bûyeran bê deng nemînin.
Çalakî bi bangewaziya ‘heya ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî neyê standin divê hişyar û di nava çalakiyan de bin’ bi dawî bû.