Kurdên li Ewropayê DYE û dewleta Tirk protesto kirin

Kurdistaniyên li bajarên Frankfûrt, Belîn û Dûsseldorf ên Elmanya û Kopenhag a Danîmarka, DYE û dewleta Tirk bi çalakiyên kirin, protesto kirin.

FRANKFÛRT

Bi tevlîbûna Kurdên ji bajarên Mannheîm û Hanaû yê li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê bi mîtîngekê diyar kirin ku biryara li ser kadroyên PKK’ê tê wateya dewama komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dom dike.

Di mîtîngê de hevkarî jî hate protestokirin.

BERLÎN

Kurdistaniyên li Berlînê jî biryara DYA ya li ser sê rêveberên Tevgera Azadiyê bi çalakiyekê hatin protestokirin. Kurdistanî li pêşiya Sefareta DYE’yê hatin ba hev û pankarta li ser ‘Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan rûmeta me ye, nikarin dest bidin rûmeta me’ vekirin. Her wiha di çalakiyê de dagirkeriya Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî protesto kirin.

DUSSELDORF

Bi çalakiyekê biryara DYE ya li ser sê rêveberên KCK’ê li bajar Dusseldorfê jî hate protestokirin. Kurdistaniyên li eyaleta NRW’ê dijîn, saet 15:00’an li pêşiya sefaretxaneya li HBF a Dusseldofê kom bûn pankartên bi nivîsên ‘Ew ne terorîst, siyasetmedarên têkoşîna rûmeta gelan dikin in’ û ‘Dewleta Tirk qirkirinê pêk tîne, DYE û NATO hevkarên sûc in’ vekirin.

Di çalakiyê de hate gotin ku bi êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hemû destkeftiyên Kurdan dikin hedef.

AGÎF û hêzên DYG jî destek dan çalakyê.  Di çalakiya heta saet 16:00’an dom kir Yekîtiya Hêza Demokratîk di şexsê Huseyîn Şahîn û Alî Can Albayrak daxwaza berdana hemû girtiyên siyasî kirin. Dîsa Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan jî hatin bibîranîn.

KOPENHAG

Bi heman armancê Kurdistaniyên li Kopenhag a Danîmerkayê jî li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê hatin ba hev û biryara DYE’yê şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Kujer Erdogan’ û ‘Dîktator Erdogan’ hatin qîrkirin.

Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Îngîlîzî hate xwendin û Karayilan, Bayik û Kalkan hatin silavkirin.  Di dewamê de bang li her kesê hate kirin ku xwedî li berxwedana gerîla derkeve.