Kurdên Ermenistanê dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Kurdistaniyên li Elegezê ya Ermenistanê êrîşên dewleta Tirk a li ser Heftanînê û gelê Kurd şermezar kirin.

Kurdistanî li gundê Avşînê ya li herêma  Elegezê hatin cem hev û êrîşên dewleta Tirk a li ser qada Heftanînê şermezar kirin.

Li ser navê gel dayika Çîlê  axivî û  diyar kir ku bi salane dagirkerî li ser welatê wan te kirin û destnîşan kir ku her kesî çavê xwe ji Erdogan û dewleta faşîst a Tirka re girtiye. Dayika Çîlê got :”Her rojê zarokên me jinên me qetil dikin. Em ji Erdogan re dibêjin gelêk wek te hatin û gotin, ‘em e gelê  Kurd tinê bikin’ lê ew tinê bûn û çûn lê em hene û em  xelas nebûn; ji ber em li ser rêya rastin.”

Dayika Çîlê bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li Heftanîn û got: “Hiha jî dixwazin çayên me dagirbikin, lê ew nikarin vê bikin ji ber ku îro gerîlayên me li hemberî wan ber xwedanêkî bêhempa dikin.Em dayik û gel hemû li pişta gerîlayên xwe ne û em dibêjin bijî berxwedana gerîla a Heftanînê û serkeftina a me ye.”

Çalakî bi dirûşam ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ bi dawî bû.