Kurdan û Evûstralyiyan dagirkerî protesto kirin

Kurdan û dostên wan ên Evûstralyayî li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk daketin qadan.

Li bajarê Perthê yê Evûstralyayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin. Çalakî ji aliyê NCDK’ê li Place Mûrray Street Mallê hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên Evûstralyayî, berdevkên partiyên siyasî yên Evûstralyayê, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên saziyên civaka sivîl tevlî çalakiyê bûn.

Sam Waînwrîght li ser navê Tifaqa Sosyalîst axivî û got, “Divê dewleta Tirk dev ji xeyalên xwe yên Osmanî berde. Divê em li dijî Erdoganê dîktator Kurdistanê biparêzin. Kampa Mexmûrê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de ye, divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne.”

Li ser navê Komîteya başûr Dr. Bahaaddîn Penjwen, li ser navê Komîteya Rojava Dr. Yassen Khalîl jî bang li gel kir ku bila li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin.