Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Kurdan ji bo Ocalan bang li CPT’ê kirin

Li ser fikarên têkildarî tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên piştî îdîayên hatin kirin û şûnde Kurdistanî li Qada Sergelstorg a Stockholmê kom bûn û bang li CPT’ê kir ku bikevin tevgerê.

Kurdistaniyên li Stockhomê kom bûn daxwaz ji Komîteya Pêşîgitina Êşkenceyê (CPT) kir ku biçe girava Îmraliyê û li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî parve bike.

Li qadê posterê Rêberê Gelê Kurd ê mezin hildan û dirûşmên dewleta Tirk şermezar dikin qîr kirin.

Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê axaftin hate kirin û hate gotin ku bi milyonan kes Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke ‘vîna’ xwe dibîne, heman demê mîmarê pêvajoya aştiyê ya di navbera Tirkiye û PKK’ê de ku berî niha hatibû destpêkirine.

Hate gotin ku fikarên Kurdistaniyan li ser vê rewşê heye û divê tecrîda der qanûnî û hiqûqî ya li ser Ocalan bê dawî anîn.

Girseyê bi yek dengî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin qîrkirin.