Kurd wê li Parîsê li dijî komkujiyan dakevin qadan
TJK-F û CDK-F'ê bernameya çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyên Parîsê eşkere kirin û banga tevlîbûnê kirin.
TJK-F û CDK-F'ê bernameya çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyên Parîsê eşkere kirin û banga tevlîbûnê kirin.
Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) û Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) bi wesîleya salvegera komkujiyên Parîsê daxuyaniyek weşandin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê yek ji damezrînerên PKK'ê û ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Parîsê ya KNK'ê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin qetilkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di demekê de ku hêrsa me ya li hemberî vê komkujiyê mezin bû û soza me ya hesabpirsîna ji komkujeran hebû, li heman cihî cara duyemîn komkujî li me hate kirin. Jij pêşengên jinên Kurd Emîne Kara (Evîn Goyî) ku 32 salên xwe da şoreşa jinên Kurd, hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd ê hêja Abdurrahman Kizil vê carê bûn hedef û hatin qetilkirin. Em hevrêyên xwe yên di herdu komkujiyan de hatin qetilkirin bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin, soza xwe ya dilsoziya bi bîranîna wan re bi mezinkrina têkoşîn û şoreşa jinê dubare dikin."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ji 9'ê Çileya 2013'an û vir ve ji bo ronîkirina vê komkujiyê em çalakiyên xwe û têkoşîna xwe ya hiqûqî dewam dikin. Lê belê bêdengiya dewltea Fransayê û biryara 'nepenîtiyê' ya li ser dozê kir ku 23'ê Kanûna 2022'an komkujî bê kirin. Em careke din weke jinên Kurd û gel li paytexteke Ewropayê li Parîsê hatin qetilkirin.
Ya ku her kes pê zane, dewleta Fransayê vedişêre û em bi kujeran jî komkujeran jî zanin. Em zanin ku ev komkujî ji aliyê dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP'ê ve hatiye kirin, ku rayedarên Tirk bi rengekî eşkere li vê yekê mikur hatin. Dewleta Tirk a faşîst ku li hemberî berxwedan û têkoşîna mezin a jinên Kurd ditirse, hîn jî ji vê têkoşîn û berxwedanê bi tirs e. Lewma îro êrîşî şoreşa jinê ya Rojava dike ku ji gelan re bûye çavkaniya sûdwergirtinê. Ji bo pêşî li hişyarbûna bi pêşengiya jinên Kurd a nîv sedsala dawî bigire, ji dîplomasiyê heta ciwanan, ji çandê heta bi têkiliyên welatparêziya xurt, dixwaze civakîbûnê bi temamî qetil bike. Piştî ku hêza xwe têra qadên berxwedanê yên gelê Kurd nake vê carê bi tecrîdê polîtîkayên qirkirinê dixe rojevê.
Di rêya ku hevrê Sara vekir ku navê artêşbûna jinê û dilxwaziya mezin a azadiyê ye, Rojbîn û Ronahî tevlî karwanê nemiran bûn û hêvî û têkoşîna gelê Kurd hîn mezin kirin. Her wiha hevala me Evîn Goyî ku li Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ'ê di sala 2012'an de li Kobanê şer kir û pêşengî ji şoreşa jinê ya Rojava re kir, bû gerdûnî û çavkaniya sûdwergirtinê û hêviyê ji jinên cîhanê re.
Ev herdu komkujî ji aliyê dewleta Fransayê ve bi biryara 'nepenîtiyê' û 12 sal in bi 'Sira dewletê' nehatine ronîkirin ku ev doz jinên Kurd dikin hedef.
Weke TJK-F û CDK-F heta ku komkujiyên yekemîn û duyemîn ên Parîsê bêne ronîkirin weke her salê em ê têkoşîn û berxwedana xwe li qadan dewam bikin, em ê israr bikin ku dewleta Fransayê hiqûqa xwe pêk bîne. Em careke din ji dewleta Fransayê dipirsin, 'Gelo bêdengiya we ji ber hevkariya we ye?' Em dibêjin, hesabpirsîna ji komkujeran xwedîderketina li şoreşa Rojava ye. Xwedîderketina li Şoreşa Rojava jî bi xwedîderketina li mîrateya Sara, Evîn Goyî û hemû şehîdan dibe.
Bi dirûşma 'Kujer diyar e! Fransa çima bêdeng e!' em ê 21'ê Kanûnê dest bi çalakiyên xwe yên şermezarkirinê û bîranînê bikin. Em bang li jinên Kurd, gelê xwe, hêzên sosyalîst û demokratîk û hemû dostên li Ewropayê dikin ku tevlî çalakiyan bibin.
Em bang li her kesî dikin ku li dora çalakiyên 23'ê Kanûnê, 9'ê Çileyê û 11'ê Çileyê bicivin."
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
Li gorî daxuyaniyê, bernameya çalakiyên bîranîn û şermezarkirinê bi vî rengî ye:
"23'ê Kanûnê:
Di 23'ê Kanûna 2024'an de li ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku komkujiya duyemîn a Parîsê lê hate kirin, saet di 11:37'an de wê deqeyek rêz bê girtin. Piştre dengbêj wê kilamên xwe bibêjin.
Saet di 14:00 de bi beşdariya nûnerên gelan ên li Parîsê rastî komkujiyên siyasî hatin, nûnerên tevgerên jinan û TJK-E'yê wê kursiya vekirî bê danîn.
Saet di 18:00 de wê bernameya bîranînê destpê bike. Malbatên şehîdên Parîsê, nûnerên TJK-E, KNK, hilbijartiyên Fransayê, tevgera jinê û siyasetmedar tevlî bibin. Ji bilî axaftinan wê helbest bêne xwendin û stran ji bo bîranîna şehîdên Parîsê bêne gotin.
9'ê Çileyê
Wê li seranserê Ewropayê li pêşiya konsolosxaneyên Fransayê çalakiyên şermezarkirinê yên girseyî bêne lidarxistin.
Li Parîsê saet di 11:00 de ji ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya heta bi Buroya Enformasyonê ya Kurd a Parîsê ku komkujiya yekemîn a Parîsê lê hate kirin wê meş bê lidarxistin. Piştî meşê wê li ber buroyê mîna her salê daxuyaniyek bê dayin.
Saet di 18:00 de wê li Şaredariya 10'emîn a Parîsê bi beşdariya parêzerên doza komkujiyên yekemîn û duyemîn ên Parîsê panelek bê lidarxistin.
11'ê Çileyê, meş û mîtînga navendî
Saet di 10:00 de wê ji ber Gare du Nord destpê bike."