Kurd û Ewropî ji bo Rojava li qadan in
Kurdên li Ewropayê dijîn û dostên wan êrîşên li ser Rojava yên dewleta Tirk a dagirker protesto dikin.
Kurdên li Ewropayê dijîn û dostên wan êrîşên li ser Rojava yên dewleta Tirk a dagirker protesto dikin.
DUSSELDORF
Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê îro ji bo hevgirtina Rojava meşek hate lidarxistin. Di meşê de bang li hikumetan hate kirin ku bila nebin şirîkên qetlîaman.
Hevserokê FED-MED’ê Engîn Sever ji ajansa me re axivî û got ku “Kurd li hemberî êrîşên dagirker wê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ji bo ku em bibin dengê Rojava, çi ji destê me were, em ê teqsîr nekin.”
ERFÛRT
Li bajarê Erfûrt ê Elmanyayê jî Kurdistanî ji bo Rojava daketin qadan. Girse li nava bajêr meşiya û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.
WOLFSBÛRG
Li bajarê Wolfsbûrgê yê Elmanyayê jî ji bo Rojava çalakiya bêîtaetiya sivîl hate lidarxistin. Ciwanan belavok belav kirin û bang kirin ku bila tu kes piştgiriyê nedin faşîzmê.
BORDEAÛX
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî ji bo protestokirina êrîşên dagirker ên li ser Rojava meşek hate lidarxistin. Êlegzeran jî piştgirî dan çalakiyê.
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku Erdogan ji bo rizgarkirina çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî gelê Kurd dike.