Kurd û dostên wan li Ewropa li dijî dagirkeriyê li qadan bûn-NÛ BÛ

Lig elek bajarên Fransa, Elmanya, Brîtanya û Hollandayê Kurdistanî û dostên wan ên daketin qadan êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk protsto kirin.

FRANSA

Li bajarê Marsîlya û Strasboûrg ên Fransayê Kurdistanî û dostên wan ên daketin qadan, êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê bi çalakî û mîtîngan protesto kirin. Di çalakiyan de nerazîbûn nîşanî bêdengiya welatên Ewropa ya li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate nişandan.

MARSÎLYA

STRASBOÛRG

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê bi meşeke ya ji Qada Repûblîqûe heta Strasboûrg Saînt Denîs dom kir dagirkeiya Tirk hate şermezarkirin. Di meşê de dostên Kurdan ên Fransî jî cihê xwe girtin. Di axaftinên çalakiyê de hate kirin hate gotin heta dagirker ji Rojava dernekevin wê çalakiyên wan bidomin.

ELMANYA

Li bajarê Hannover, Kevelaer û Nûrnberg ên Elmanyayê jî Kurd û dostên wan ên Elman bi heman armancê li qadan û dagirkeriya Tirk protesto kirin. Di axaftinên çalakiyê de hate kirin êrîşên dagirkeriyê hatin şermezar kirin û banga hestyariyê li raya giştî ya cîhanê hate kirin. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Terorîst Erdogan’ hatin qîrkirin.

HANNOVER

KEVELAER

Aktivîstên jin ên MEclsa Gel a Emmerîc/Kleve, Sêwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJE) û Meclîsa Gel li bajarê Kevelare ya Elmanyayê hevpar çalakiyek kirin. Ji bo şermezarkirina dagirkeriyê û banga hestyariyê ya raya giştî standek hate vedan û gelek belavok hatin belavkirin. Rêveberên bajarê Kevelaer a Partiya Keskan a Elman jî cihê xwe di çalakiyê de girt. Çalakî bi qasî 2 saetan dom kir. 

TOÛLOÛSE

Bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan li bajarê Toûloûse yê başûrê Faransayê jî dagirkeirya Tirk a li Rojava hate protestokirin û peyamên berxwedanê ya bi Rojava re hate dayîn.

NURNBERG

Di saetên şevê de bi tevlîbûna gelek kesî li bajarê Njurnberg ê Elmanyayê li pêşiya Dêra Lorenzkîrche çalakiyek hate kirin. Dîe Lînke û Partîzan jî piştevanî da çalakiyê.

FREÎBÛRG

 Bi tevlîbûna sedan kesî bi meşeke ya li Qada Alte Synagoge ya li bajarê Freîbûrg a Elmanyayê dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin. Di çalakiyê de daxwaz hate kirin ku dewleta Tirk tavilê ji xaka Kurdistanê bê derxistin û nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî hate dayîn.

KÎEL

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê komeleyên Kurd, antî-faşîs, MLKP, Kurdistan Solîdarîtet, rêxistinên Elewî û Dîe Lînke bi meşekê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Di meşê de nerazîbûn nîşanî helwesta hikûmetên rojavayî ya li dijî qetlîam û dagirkeriyê dan.

BONN

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bonnê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de aktivîstên Kurd û Elman jî cih girtin. Çalakî di saetên şevê de li Qada Munsterê destpê kir û di çalakiyê de dirûşmên ‘Kujer Erdogan’ û ‘NATO fînase dike, Erdogan bombe dike’ hatin qîrkirin.

STÛTTGART

Bi pêşengtiya Defend Rojava li bajarê Stûttgar bi meşekê ya li Laûtenschlager Strasseyê dagirkeriya Tirk hate protestokirin. Di meşe de dirûşmên ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Bijî Berxwedana QSD’ê’ hate berzkirin.

SAARLOÛÎS

Li bajarê Saarloûîs ê Elmanyayê jî tevî ewlekariya polîsan jî bi meşekê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin. Di meşe de rêveberê Partiya Marksîst Lenînîst a Elmanya Ralf Tîckert axivî û diyar kir ku ji roja destpêk ve cih li gel gelê Kurd girtine.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê jî li Kreûzberg Oranîenplatzê çalakiyeye ya protestoyê hate kirin. ATÎF, CÎK û HDK'ê destek dan mîtîna ku li vir hate kirin. Li vir Hevseroka Civaka Kurdistanê ya Azad a Berlînê Nûjiyan Gunay axivî. Gunay daxwaz kir ku divê demildest dewleta Tirk ji Rojava derbikeve. Her wiha Perlementerê Dîe Lînke Hasan Taş jî diyar kir ku êdî her kes dîktatoriya Erdogan dizaen û bang li Ewropayê kir ku dawî li bêdengiya xwe bîne. Li ser navê HDK'ê Nabî Kimran diyar kir ku Kurd berxwedana rûmetê didin.

LONDRA

Li ser banga Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger li pêşiya London Manor Haûse Statîon a Bakur dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Her wiha endamên Meclîsa Gel a Kurd û ‘Boykot Tirkiye’ jî destek dan çalakiyê. Di axaftinên çalakiyê de hate kirin hate gotin ku Erdogan ê sûcdar û qirker divê bê darezandin.

BRÎTANYA

Endamên Meclîsa Gel a Kurd li bajarê Brîghton li Navenda Chûrchîll Sqûare çalakiyek kirin û komên antîfaşîst jî piştgirî kir. Her wiha Perlementerê bere yê HDP’ê Osman Baydemîr jî tevlî çalakiyê bû. Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk sûcê şer dike.

HOLLANDA

Li paytexta Hollanda Amsterdam bi meşekê dagirkeriya Tirk hate hate protestokirin. Meş li Mûseûmpleînê vegûherî mîtîngekê.

KOPENHAG

Li paytexgta Danîmarka Kopenhagê Kurd û dostên wan ên li Qada Vesterbos Torvê hatin ba hev piştgirî dan berxwedana Rojava. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa ‘Bijî Berxwedana Jinê ya Rojava’ û ‘Ji dagirkeriya Tirk a li Rojava re na’ hate hildan û dirûşmên ‘Kujer Erdogan’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate qîrkirin.