Kurd li Stockholmê ji bo azadiya Ocalan li qadan in
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tenduristiya wî Kurdistanî li paytexta Stockholm a Swêdê daketin qadan û çalakiyek kirin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tenduristiya wî Kurdistanî li paytexta Stockholm a Swêdê daketin qadan û çalakiyek kirin.
Kurdistaniyên li Stockholm a Swêdê daketin qadan daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd û agahîgiritina li ser Ocalan kirin.
Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Jinan a Sara Gîren Kasirga axivî û bal kişand ser tenduristî û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku fikarên wan hene.
Kasirga daxwaz kir ku malbat û parêzer hevdîtinê li gel Ocalan bikin.
Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ bi dawî bû.