Kurd li dijî dagirkeriyê li Berlînê li qadan bû
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li paytexta Elmanya Berlînê Kurd li qadan bû.
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li paytexta Elmanya Berlînê Kurd li qadan bû.
Bi meşekê êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hate protestokirin.
Meclîsa Kurdistaniyên Azadî, Meclîsa Jinê ya Dest-Dan, TCŞ, TEKO-JIN, enternasyonalîst û gelek rêxistinên civaka sivîl tevlî meşê bûn.
Di axaftina li ser navê enternasyonalîstan hate kirin, diyar kirin ku êrîşên dewleta Tirk qebûl nakin.
Heverokê berê yê Agiriyê Huseyîn Yilmaz jî axivî û anî ziman ku bomberdûmana dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê re ya li Kurdistanê nayê qebûlkirin.
Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana gerîla’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.