KNK ya bi navvenda Brûkselê ji bo ku helwesta netewî diyar bike Şemiyê saeta 10.30'an li Kuluba Çapemeniyê ya Brûkselê wê civînekê li dar bixe.
Civîn tevahiya rojê wê bidome û tê payin ji 100'î zêdetir kes beşdar bibe. Nûnerên partî û rêxistin û rêxistinên civaka sivîl ji çar parçeyên Kurdistanê wê hazir bin û hewl bidin li dijî dagirkeriya Tirk helwesta xwe bikin yek.
Tê gotin hedefa civînê ew e ku bi tevlêbûn û desteka hemû pêkhateyan belgeya helwesta netewî were ragihandin. Di ser înernetê de civîn bi zindî wê bikaribe were temaşekirin.