Kudistaniyan ji Ewropayê bangkirin: Abdullah Ocalan xeta sor a gelê Kurd e
Kurdistaniyên ku ji ber nûçeyên têkildarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine parvekirin diyarkirin ku divê demildest hevdîtina parêzer û malbat were pêkanîn.
Kurdistaniyên ku ji ber nûçeyên têkildarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine parvekirin diyarkirin ku divê demildest hevdîtina parêzer û malbat were pêkanîn.
Kurdistaniyên li bajarên Hambûrg, Stûttgart, Nurnberg û Herford ên Elmanyayê daketinî qadan dan zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeta wan a sor e.
HAMBÛRG
Li bajarê Hambûrg a Elmanyayê Kurdistaniyan bertek nîşanî nûçeyên têkildarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên hatine parvekirin dan û diyarkirin ku divê demildest hevdîtina parêzer û malbat were pêkanîn.
Kurdistaniyên ku bi banga Yekîtiya Hêzên Demokratîk ên Hambûrgê li Sterncganze hatin cem hev posterên mezin ên Abdullah Ocalan vekirin û dirûşme qêrkirin.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ve destpêkir. Piştre Hevberdevkê Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr axivî. Ozdemîr diyarkir ku Abdullah Ocalan xeta sor a gelê Kurd e û got, “Di çareseriya pirsgirêka Kurd de Ocalan aktorê bingehîn e. Tendirûstiya wî hemû gelê Kurd eleqedar dike û em li benda agahiyek demildest ya derbarê tendirûstiya wî ne.”
Di heman demê li ser navê Yekîtiya Hêzên Demokratîk Serhat Çetînkaya jî axivî û ragihand: “Abdullah Ocalan vîna gelekê ye. Ji ber wê tendirûstiya wî û rewşa ku tê de dimîne me hemûyan eleqedar dike. Dewleta Tirk û Erdoganê dîktator divê viya baş bizane ku ev gel her tim wê xwedî li Abdullah Ocalan derkeve û tendirûstiya wî wek tendirûstiya xwe bizane. Bi lîstina lîstokên li ser Abullah Ocalan bila sebra gelê me neceribînin. Ev gel heya mirinê girêdayî Abdullah Ocalan e.”
Faşîstekê ku dixwest çalakiyê têkbide ji aliyê erkdaran ve ji qadê hate dûrxistin.
Komek antî-faşîst yên Elman jî piştgirî dan çalakiyê. Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bimre Erdogan” û “Erdoganê terorîst” hatin berzkirin.
STUTTGART
Li bajarê Stûttgartê jî bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û TekoJin mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de bi berdewamî dirûşmeya “Serok Apo” hate qêrîn.
Di çalakiyê de peyama “Çalakiyên me wê heya azadiya Rêber Apo bidome” hate dayîn.
NURNBERG
Li bajarê Nurnberg a Elmanyayê jî bi dirûşmeya “Tendirûstiya wî tendirûstiya me ye, jiyana wî jiyana me ye” çalakî hat lidarxistin.
HERFORD
Li bajarê Herfordê jî li ser banga KCDK-E û TJK-E’yê bi armanca pêkanîna hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
Kurdistanî di saet 18:30’an de li Herford Banhofê hatin gel hev û mîtîngek lidarxistin. Di mîtîngê de KCDK-E’yê daxuyaniya çapemeniyê da.
Li ser navê TCŞ’ê Serhat Ciwan û Kedkar Êzidî axafivîn.
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bê Ocalan emê cîhanê li ser serê we hilweşînin”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
Di çalakiyê de hate gotin ku heya agahiyek ji Abdullah Ocalan neyê standin ew ê li qadan bin.