Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê bertek nîşanî Bexdayê da

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê bi daxuyaniyekî bertek nîşanî biryara Bexdayê ya qedexekirina PADÊ’yê da û got, "Dibe ku karibin PADÊ bi rengekî fermî qedexe bikin. Lê belê civaka Êzidî ya azadîxwaz wê modela civaka demokratîk biparêze.

 

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê têkildarî biryara dadgeriya Iraqê ya têkildarî girtina Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) daxuyaniyek da. 

Di destpêka daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 10 sal di ser fermanê re derbas bûye, lê belê hîn jî di rewşa Êzidiyan de ji aliyê fermî û pratîkî ve guhertineke cidî nehatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev yek rasthatinek nîne, berevajî polîtîkaya qirkirinê ya bi rêk û pêk e.

Koordînasyonê diyar kir ku biryara qedexekirina PADÊ belasebep di salvegera dehemîn a qirkirinê de nehatiye wergirtin û got, "Peyama hatiye dayin eşkere û li pêş çavan e. Feraseta ku mafê jiyanê nade Êzidiyên xwedî îrade û daxwaza statuya siyasî dikin, bandor li biryarê kiriye."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkoşîna azadîparêz û demokratîk a li dijî feraseta serwer wê bêtawîz dewam bike û hate gotin, "Divê em baş zanibin, heta ku em bi îradeya xwe, bi hevgirtina xwe xweserî, azadî û ewlehiya xwe nexin destê xwe û bi hêza xwe ya rêxistinî misoger nekin, wê amûrên desthilatdariyê yên hegemonîk ên hemdem ên li herêmê maf nedin me."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku ti feraseta qedexekirinê nikare li hemberî daxwaza azadiyê ya civaka Êzidî bisekine, nikare daxwaza statuyê asteng bike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Êzidî êdî xwedî hêz û îradeyeke rêxistinbûyî ye ku xwedî li paşeroja xwe derdikeve û hate gotin, "Dibe ku karibin PADÊ bi rengekî fermî qedexe bikin. Lê belê civaka Êzidî ya azadîxwaz wê modela civaka demokratîk biparêze. Wê têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bike."