Koordînasyona Şengalê: Biryara Dadgeha Federal a Iraqê hêja ye

Koordînasyona Şengalê biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya redkirina Efûya Giştî erênî dît û diyar kir ku biryareke hêja ye.

Koordînasyona Pêkhate û Hêzên Neteweyî yên Şengalê têkildarî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya li ser rawestandina biryara Efûya Giştî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di demekê de ku ew li bendê bûn ku Parlamenta Iraqê Qirkirina Êzidiyan nas bike û bike ku bersûcên fermanê bêne darizandin, 2 qanûn hatin derxistin ku ne di berejwendiya gel û kêmneteweyên Iraqê de bû.

Hate destnîşankirin ku ji ber vê yekê jî Dadgeha Federal a Iraqê qanûn red kir û biryareke di cih de da.

Li gorî daxuyaniyê, Parlamenta Iraqê bi qebûlkirina qanûnên navborî de guh neda êş û azarên qurbaniyan, her wiha metirsiyeke mezin li ser hindikahiyan weke Êzidî, Xiristiyan, Şîa, Sune û pêkhateyên din çêkir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, biryareke bi vî rengî ya weke Efûya Giştî dikarîbû aramiya herêmê têk bibe, bibe sedem ku pêleke nû ya koçberiyê rû bide.

Koordînasyona Pêkhate û Hêzên Neteweyî yên Şengalê destnîşan kir ku ji ber van sedeman ew biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya redkirina qanûnan gelekî hêja dibînin û piştgiriyê didin.