Kongra Star li Elmanyayê êrîşên dagirkerî û qirkirinê protesto kir

Rêxistina Jinan a Kongra Star a Bonnê derbarê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî li pêşiya avahiya Yekîtiya Ewropayê yê daxuyanî da û dosyayê derbarê sûcên hatine kirin de radestî rayedarên YE’yê hate kirin.

DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ

Rêxistina Jinan a Kongra Star a Bonê derbarê sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Bonn ê Elmanyayê daxuyaniya çapemeniyê da. Jinên ku li pêşiya avahiya Yekîtiya Ewropayê (YE) li hev civiyan, komkujiyên çeteyan ên li ser herêma Şehbayê şermezar kirin.

Endamên Kongra Starê bal kişandin ser sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kirin ku divê bala raya giştî ya navneteweyî bikeve ser van binpêkirinên mafan û bikevin tevgerê.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê, dosyayeke ku li ser sûcên li herêmê hatibû amadekirin radestî rayedarên YE’yê hate kirin. Di dosyayê de xwestin ku saziyên YE’yê berpirsyariyên xwe bi cih bînin û mekanîzmaya edaletê were şixulandin.