KONGRA-GEL: Tevlî meşên yekîtiya netewî bibin

KONGRA-GEL bi daxuyaniyeke niviskî bang li gelê Kurdistanê, rêxistinên siyasî û tevgeran, rêxistinên medenî, rewşenbîran ew e ku ev meş û mîtîngên ji bo yekîtiya neteweyî pêk tê, bi tevlêbûneke mezin beşdar bibin.

KONGRA-GEL bi daxuyaniyeke niviskî bang kir ku sazî û dezgehên Kurdistanê, partiyên siyasî, hunermend û rewşenbîr tevlî meşên ji bo yekîtiya netewî bibin ku 5-6-7'ê Kanûnê pêk werin.

Daxuyaniya KONGRA-GEL wiha ye:

''Li Kurdistanê û li derveyî welat, li hemberî êrişên dewleta Tirk ya ku li ser Rojava pêk hatî, berxwedaneke dîrokî çêbû, hê jî berdewam e. Êrişên dijmin tenê li ser Rojava nîne, bi giştî li ser hemû destkevtên gelên Kurdistanê ye. Bi vê zanêbûnê gelê Kurd jî bi ruhekî neteweyî li Rojava xwedî derket û daxwaziya xwe ya yekîtiya neteweyî geş kir.

Li Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, gelê me bi pêşengtiya hûnermend û rewşenbîran helwesteke pîroz nîşan da, malê Tirka boykot kir, bi çalakiyên cûr bi cûr vê helwesta xwe ya neteweyî berdewam dike.

Li Ewropayê hunermend û rewşenbîrên çar perçeyên Kurdistanê bi civîneke çapameniyê banga yekîtiya neteweyî kir in, diyar kir in ku di vî warî de yê xebatên xwe berdewam bikin.

Dîsa li Ewropa’yê platforma “Defend Rojava” ku gellek partî û saziyên medenî endamê wê ne, ji bo tevlêbûna “meşa yekîtiya neteweyî û berxwedanê” bang kir ku di rojên 5 û 6’ên Kanûnê li Lozan’ê heta Cenevre’yê du roj yê bimeşin.

Roja 7’ê Kanûnê jî li hemû cîhanê cihên ku gelê Kurd lê dijî, bi pêşengtiya komîteyên netewî yên herêmî, bi dirûşma “ji bo têkbirina dagirkeriyê, Yekîtiya Neteweyî Ava Bikin” li her derê meş û mîtîng yên bête çêkirin.

Em li ser navê KONGRA-GEL; van bangawazî û xebatên ji bo yekîtiya neteweyî çêdibin, hemûyan bi dil û can silav dikin. Îro gelê Kurd bi “Şoreşa Rojava” di rojeva cîhanê de ye. Eger em  gelê Kurd bi yek deng bin, em dikarin ji cîhanê piştgiriya  herî mezin bistînin û êrişên dagirkeran jî têk bibin.

BANG

Ji ber vê yekê em KONGRA-GEL dibêjin ku “Gelê Kurdistanê bi yekîtîya neteweyî re dikare dagirkeran têk bibe û di çar perçeyên Kurdistanê de çareseriyê bi dest bixe”. Yekîtiya neteweyî daxwaza gelê me ya sedan sala ye. Pêwîst e gelê me vê daxwaziya xwe bi çalaki û bi berxwedanên xwe geş bike û li ser partî û saziyan zext bike, bêje êdî bese, bibin yek.

Ji bo hemû cîhan deng û daxwazên gelên Kurdistanê ya yekîtiya neteweyî bibihîze û bibîne, banga me; ji gelê Kurdistanê, rêxistinên siyasî û tevgeran, rêxistinên medenî, rewşenbîran ew e ku ev meş û mîtîngên ji bo yekîtiya neteweyî pêk tê, bi tevlêbûneke mezin beşdar bin. Ji bo hêvî û daxwaziyên gelê Kurd ya sed salan, bi taybetî jî ji bo hêvî û daxwaziyên gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyê, pêk bê. ''