Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA- GEL daxuyaniyek nivîskî da û destnîşan kir ku divê di çalakiya mezin a 17’ê Sibatê de bi rengekî bi bandor peyama “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bê dayîna raya giştî ya Ewropa û saziyên navneteweyî.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Çalakiyên greva birçîbûnê ya dorveger ku berxwedêrên azadiyê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ji azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dan destpêkirin, gihişt roja 71’an. Em li ber van çalakiyên pîroz ên berxwedêrên azadiyê, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
Berxwedêrên girtîgehê ji destpêka têkoşîna azadiyê û şûn de rolekî stratejîk lîstine. Em di şexsê Mazlûm Dogan û Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn, Necmî Oner ku weke Çaran tên naskirin, berxwedêrên rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û pêşengên çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ Halît Oral û Ayten Kaplan de hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em di pêvajoya dîrokî de li ser esasê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo soz didin ku armancên şehîdên xwe pêk bînin.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ev demek dirêj e li Strasboûrg, wargeha Mexmûrê û Şengalê çalakiyên nobetê yên dorveger didomin. Dîsa bi heman armancê li Rojava, Bakur û dervey welêt gelek çalakî hatin kirin û tên kirin.
Çalakiyên ku ji bo azadiya Rêber Apo tên kirin bi pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ re ku dostên enternasyonalîst li zêdeyî 100 cihan bi civînên çapemeniyê dan destpêkirin, gihişt astekî nû.
Hemû xebatên ku ji bo azadiya Rêber Apo tên kirin, pir bi wate û bi nirx in. Lê çalakiyên ku tên kirin ji bo hilweşandina faşîzmê ne bes in. Tam di vê vê qonaxê de berxwedêrên girtîgehan vê rastiyê dibînin û tevî şert û mercên zehmet jî bi mîsyona xwe ya dîrokî tevlî vê pêvajoyê bûn.
Hêzên komploger û dewleta Tirk a faşîst ev 25 sal in dixwazin esareta Rêber Apo bi me bidin normalîzekirin. Ji bo ev rewş bê derbaskirin pêwîstî bi derketineke mezin a pêngavî heye. Pêngava azadiyê ya ku dostan dayî destpêkirin, çalakiyên dorveger ên li girtîgehan, çalakiyên nobetê yên dayikan û çalakiyên bi heybet ên gerîla zemînê vê derketina pêngavî afirand. Ev tablo, tam tabloya hilweşîna faşîzmê ye.
Ji bo hilweşîna faşîzmê bi taybetî roleke stratejîk dikeve ser milê gelê me yê li Ewropayê dijî. Ev grev bi rengekî xurt li qada civakî pêşxistina pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ye.
Rêber Apo timî ji gelê me yê li Ewropayê dijî re qala vê mîsyona dîrokî kir û her tim spasiyên xwe pêşkêş kir. Îcar niha pêvajoya ku em têde ne, rastî vê yekê tê. Gelê me yê li Ewropayê dijî ji bo ku pêngava azadiya Rêber Apo bi rengekî xurt li Ewropayê pêş bixe, hem wê ji bo hilweşîna faşîzmê bi rola xwe rabe hem jî di serî de berxwedanên gerîla û zindanê wê ji hemû çalakiyan re bibin bersiv.
Tevlîbûna meşa Kolnê gelekî girîng e. Gelê me divê bi kelecan, berpirsyarî û feraseta pêvajoya azadiya Rêber Apo, mîna lehiyê biherike Kolnê. Tevlîbûna me ya meş û mîtîna 17’ê Sibatê ya li Kolnê wê ji pêxistina pêvajoyê re diyarker be.
Lewma divê ji gelê me re ti kar û wezîfe ji meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê girîngtir nebe. Gelê me divê bi tevlîbûna xwe ya bi heybet bi rengekî bi bandor peyama ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ bide raya giştî ya Ewropayê û saziyên navneteweyî yên eleqedar.
Li ser vî bingehî em bang li gel û dostên xwe dikin; em bi bawerî û kelecana pêvajoya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 17’ê Sibatê de li Kolnê bi hev re dîrok binivîsin.”