Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

KONGRA-GEL: Divê Rêveberiya Xweser a Şengalê were naskirin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-Gel, di salvegera 9’emîn a êrîşên qirkirinê yên li ser Şengalê de kesên ku hatin qetilkirin bi bîr anî û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bikin.

Hevserokatiya KONGRA-Gel bi wesîleya salvegera 9’emîn a êrîşên qirkirinê yên ku çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de li ser Şengalê kiribûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KONGRA-GEL’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em di salvegera 9’emîn a Komkujiya Şengalê de hemû gelê xwe yê li ser baweriya Êzidî di vê qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane, bi xemgînî û rêzdarî bi bîr tînin û êşa malbatên wan ji dil dijîn. Em hemû şehîdên xwe yên pêşî li qirkirina Êzidiyan girtin û gelê Şengalê parastin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Rizgarkirina bi hezaran jin û zarokên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de ne, berpirsyariyeke wijdanî û exlaqî ya hemû kesan e. Di vî warî de em bang li saziyên pêwendîdar ên navneteweyî û bi taybet Neteweyên Yekbûyî dikin ku erka xwe pêk bînin.

Em hêzên li pişt plana qirkirinê ya ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk hat û wekî Fermana 74’emîn tê zanîn, tevî kujerên girêdayî wan ango çeteyên DAÎŞ’ê bi nefret şermezar dikin. Çeteyên DAIŞ'ê cezayê ku heq kiribûn, hîna jî distînin û wê hîn zêdetir jî werbigirin. Mijara sereke eşkerekirin û şermezarkirina hêzên ku destekê didin van çeteyan e. Çi dibe bila bibe, sûcdar wê nikaribin ji hêrsa gelê me û mirovahiyê birevin û wê sûcdar teqez hesabî vî tiştî bidin.

Berpirsiyarê yekem ê komkujî û hovîtiya li Şengalê; PDK ye ya ku qaşo berpirsê ewlekariya Êzidiyên li Şengalê bû. Plana hevpar a Komara Tirk û PDK'ê ev e ku pêşmergeyên PDK'ê bi lez û bez ji Şengalê derkevin û Êzidiyan li hemberî êrîşên çeteyan bêçek û bêparastin bihêlin. Li gorî vê planê wê pêşî Şengal bihata hilweşandin, piştre wê şoreşa Rojava bihata girtin û wê şoreş bihata tasfiyekirin.

Lê bi ser neketin. Berê 12 hawariyên HPG’yî piştre jî hêzên YPG’ê yên wekî Xizir gihiştin, vê plana xayîn a di asta qirkirinê de asteng kirin û nehiştin ku vê Fermana 74’emîn bi ser bikevin. Wan ji bo Êzidiyan dîrokeke nû nivîsandin.

Gelê Şengalê bi xweparastinê rêveberiya xwe ya cewherî ava kir. Wan bêbaweriya bi sed salan derbas kirin û xwebawerî bi dest xistin. Bi ‘Paradîgmaya Azadiyê’ ya Rêber Apo li ser esasê azadiya jinan, di warê avakirina civakî ya demokratîk de sazîbûn û geşedanên girîng afirandin.

Ji ber ku tifaqa TC-PDK’ê van hemû geşedanan ji bo xwe xeternak dibîne, hê jî êrîşên xwe yên li dijî hemû destkeftiyên nasnameya Kurd a azad û bi taybetî êrîşên xwe yên li dijî Şengalê didomînin. Erka her kesê xwedî wijdan û ehlaq û rêxistinên siyasî û civaka sivîl û bi taybetî jî ya her kesê ku ji xwe re dibêje ez Kurd im ev e ku divê li hemberî van êrîşan helwesta xwe nîşan bide.

Heta ku polîtîkayên înkar û tinekirinê yên dewleta Tirk a faşîst û teknîkî neyên hilweşandin, li tu derê Kurdistanê ji bo gelê me rehetî û aramî pêk nayê. Ji bo vê jî divê her kes li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser esasê yekitiya neteweyî xwedî helwest bin. Şertê herî bingehîn ê parastina yekitiya neteweyî, welatparêzî, gel û nirxên Kurdistanê ev e ku li dijî polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk a dagirker be. Hevkariya bi Komara Tirkiyeyê tê wateya îxanetê û di vê astê de wê gelê Kurd êdî vê rewşê tu carî qebûl neke.

Ji bo ku gelê me yê ji baweriya Êzidî ji fermanan rizgar bibe û di nav ewlekariyê de bijî, divê Rêveberiya Xweser a Şengalê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî were qebûlkirin. Parlementoya gelek welatan qirkirina li ser Şengalê qebûl kirin.

Em di salvegera 9’emîn a Komkujiya Şengalê de bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku komkujiya Şengalê nas bikin û ji bo gel di nav ewlekariyê de bijîn statuya xweseriyê jî qebûl bikin. Ev biryara we, wê ji bo hemû mirovahiyê bibe destkeftiyeke wijdanî û exlaqî ya gelekî girîng.

Em Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên wê yên xweparastinê ku li dijî hemû êrîşan bi îradeya xwe, xwe û gelê xwe diparêzin ji dil pîroz dikin. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi xurtî beşdarî çalakiyên ji bo hevgirtina gelê Şengalê bibin.”