Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Konferansa ‘Rabûna li ber kapîtalîzmê’ li Bogotayê dest pê kir

Li Zanîngeha Dîstrîta ya li Bogotayê, konferansa bi sernavê “Heta avakirina civaka demokratîk, rabûna li ber kapîtalîzmê” bi tevlêbûna 50 rêxistinan ji 15 welatan, dest pê kir.

Li Bogotaya paytexta Kolombiyayê, konferansa bi sernavê “Heta avakirina civaka demokratîk, rabûna li ber kapîtalîzmê” ku li ser paradîgmaya “Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tê sekinandin, îro dest pê kir.

Konferans wê bi sê rojan li Zanîngeha Dîstrîtayê bê lidarxistin. Ji 50 welatan nêzîkê organîzasyon tev li konferansê bûn.

Organîzasyonên kongre li dar xistiye ev in: Kongreya Gelan a Kolombiyayê, Tevgera Parastina Mafên Gelan (MODEP) Akademiya Modernîteya Demokratîk, Comunîdad Processo Negra (PCN), Kongreya Neteweyî ya Gelên Xwecih ên Kolombiyayê, Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û Tora Jin Pêşerojê Dihûnin.

BI RÎTUELA ÎNKAYÊ DEST BI KONFERANSÊ HAT KIRIN

Li ser navê Kongreya Neteweyî ya Gelên Xwecih ên Kolombiyayê gelê Înka yê ji herêma Pûta Mayoyê rîtuela destpêkirina kongreyê kir.

‘MODERNÎTEYEKE DIN PÊKAN E’

Piştî rituelê, bi sernavê “Kapîtalîzm ku krîzeke şaristaniyê ye” panel hat danîn. Axavtvanên panelê, ji Meksîkayê Profesor Margara Mîlan, ji Kolombiyayê Edgar Mojîca, ji Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Sara û ji Salvadorê Ana Bîker bûn.

Margara Mîlan ku serê pêşîn axivî, diyar kir ku divê mirov bibîne ku modernîteyeke din pêkan e û got: “Jixwe alternatîfên berbiçav ên nîşanê mirov didin ku dinyayeke din mimkûn e hene.”

‘DIVÊ BINGEHA AŞTIYÊ JÎ GEL BE’

Edgar Mojîca jî îşaret pê kir ku gava avakirina jiyaneke demokratîk li Kolombiyayê, guherîna çandî giring e û got: “Têkoşîna çîna karker hem li welatê xwe hem jî di warê navneteweyî de pêdivî bi tifaqa kesan heye. Ev girêdayê tevlêbûna gel û têkoşîna wan e. Divê bingeha aştiyê jî gel be.

‘HÊZ DI HEMAN DEMÊ AWAYÊ FIKIRÎNÊ YE’

Endama Komîteya Jineolojiyê Sarah Marcha jî, behs kir ku kapîtalîzm û zayendperestî çawa bandorê li hişmendiyê dike û ev tişt gotin: “Hêz di heman demê de awayê fikirînê ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan analîza pêvajoya dîrokî dike û behsa metafora du rûbaran dike. Ev nîşaneyên pêvajoya şaristaniyê ne. Divê em bibînin ku rûbarekê şaristaniya demokratîk jî heye ku dîrok û kesayeta me bi teşe dike.”

Konferans, bi rûniştina navê “Alternatîf ji kapîtalîzm û pergala netewe dewletê re” berdewam e.