1’emîn Konferansa Ciwanên Cîhanê ku ji aliyê tora "Ciwan Dîrokê Dinivîsin” ve tê organîzekirin, ii avahiya Espace Niemeyer a li paytexta Fransa Parîsê pêk hat. Ciwanên ku ji gelek deverên cîhanê hatibûn û beşdarî konferansê bûn, pirsgirêkên tevgerên ciwanan ên cîhanê nîqaş kirin.
Di konferansê de panela bi navê “Fêmkirina cîhana îro ya di lûtkeya krîzê de” hate lidarxistin. Di panelê de nûnerên rêxistinên ciwanan ên Asya, Emerîkaya Latîn, Rojhilata Navîn, Ewropa û Afrîkayê axivîn.
‘EM NAXWAZIN SERDEST DÎROKA JIN Û CIWANAN BINIVÎSIN‘
Moderator Zîlan Ateş axaftina vekirinê kir. Ateş anî ziman ku dibe ku ziman û rengên me cuda bin, lê naveroka têkoşîna me yek e. Ateş da zanîn ku em naxwazin serdest dîroka jin û ciwanan binivîsin û got: “Em ê li ser pirsgirêkên xwe yên civakî, pirsgirêkên ku li hemû cîhanê rû bi rû dimînin biaxivin. Em ê guh bidin rewşa hêzên demokratîk û rewşa wan welatan. Dibe ku em nikaribin behsa hemû welatan bikin, lê em ê li ser mijarên girîng bisekinin. Em ê rewşa tevgerên azad, demokratîk, ciwanan nîqaş bikin.”
PERGALA KAPÎTALÎST DI CIWANAN DE BÊHÊVIYÊ ÇÊDIKE
Li ser navê rêxistina ciwanan a Poder Popular a Arjantînê Sofia Soriano axaftinek kir. Sophia Soriano got ku li Arjantînê ciwan li zanîngehan xwe bi rêxistin dikin û wiha got: “Em xwe bi piranî li zanîngehan birêxistin dikin. Di van salên dawî de hin guhertin çêbûne. Her ku rewşa aborî xirabtir dibe, beşdariya gel a rêxistinbûna siyasî kêm dibe. Hilbijartin têne kirin, lê wekî partiya Vox a li Spanyayê, partiyên rastgir qezenc dikin. Li aliyê din pergala kapîtalîst bêhêvîtiyê di ciwanan de çêdike.”
FAŞÎZM LI HER DERÊ YE; DIVÊ EM TÊKOŞÎNA ÎDEOLOJÎK RÊXISTIN BIKIN
Li ser navê ciwanên Bakurê Kurdistanê Erdal Şahîn axivî û diyar kir ku ew di pêvajoyeke pir girîng û dijwar re derbas dibin û wiha axivî:“Faşîzm li her derê di heman astê de ye. Rengê faşîzmê li her derê yek e. Ji ber vê yekê li hemû cîhanê û li Bakurê Kurdistanê li dijî vê faşîzmê berxwedaneke mezin tê meşandin. Helbet di vê konferansê de em ê çawa ruhê berxwedanê bi rêxistin bikin nîqaş bikin. Pirsgirêka Kurdistanê êdî bûye pirsgirêkeke cîhanê. Pirsgirêka gelê Kurd bûye pirsgirêka gelên cîhanê. Hêzên hegemonîk naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe. Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe. Êdî li Rojhilata Navîn azadî ava bûye. Ji ber vê yekê em weke ciwan dixwazin pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî‘ ku di 9'ê Cotmehê de hat destpêkirin, heta dawiyê bimeşînin."
CIWAN LI MALIYÊ LI BER XWE DIDIN
Li ser navê rêxistina Union des Luttes Amîdou Diamoutene axivî û bal kişand ser berxwedana ciwanan a li welatê Malî yê Rojavayê Afrîkayê û behsa têkoşîna axê kir. Diamoutene wiha got: “Beriya kolonyalîzmê li welatên Afrîkayê demokrasî hebû; Em ne li dijî demokrasiya spî ne, em li dijî awayê bikaranîna demokrasiyê ne; Em alîgirê demokrasiyeke ku rêz li kevneşopiyên me bigire ne.
Di serî de ez dixwazim bêjim ku ez şervan im, şoreşger im. Em li hemberî nêzîkatiya keyfî ya dewletê ya li ser axê li ber xwe didin. Em têdikoşin."
Herî dawî li ser navê Jugendkommune Tîm di panelê de axivî. Tim di axaftina xwe de bal kişand ser milîtarîzekirina li Ewropayê, polîtîkaya koçberiyê û pirsgirêka rêxistinbûna ciwanan.
Konferans piştî panelê bi bernameya çandê berdewam kir.