Konferansa Ciwanan a Cîhanê di roja 3'yemîn de ye
Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku zêdeyî 60 sazî û 300 aktîvîst tevlî bûne, di roja 3'yemîn de ye.
Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku zêdeyî 60 sazî û 300 aktîvîst tevlî bûne, di roja 3'yemîn de ye.
Konferansa Ciwanan a Cîhanê ya 1'emîn ji aliyê Ronahî û Tevna 'Ciwan dîrokê dinivîsînin' ve bi dirûşma "Em ê dîrokê binivîsînin-Têkoşîna azadiye ya ciwanan nikare bê rawestandin" tê lidarxistin. Konferans di roja sêyemîn de ye. Bernameya sibehê ya konferansê bi dirûşmên 'Çav Bella' û 'Jin, Jiyan, Azadî' destpê kir.
Di roja 3'yemîn a konferansê de wê panela 'Jin ên ciwan dîrokê dinivîsînin' bê lidarxistin. Panel wê bi pirs û bersivan dewam bike û tê payin ku heta danê nîvro bidome.
Ciwan wê li ser mijara "Ji bo paşerojeke azad-Avakirina yekîtiya ciwanên cîhanê" nîqaşê bikin.
Herî dawî wê li ser nîqaşên 3 rojan ên konferansê pêşkêşiyeke dawî bê kirin. Encamnameya konferansê jî wê bê eşkerekirin.