BI DÎMEN

Konferansa Cenevreyê: Li Îmraliyê hiqûq nîne, berxwedan heye

Li Cenevreyê di konferansa li ser sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de, hat destnîşankirin ku li Îmraliyê ti hiqûq nîne û peyama “li Îmraliyê berxwedan heye” hate dayîn.

Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de ku 10’ê Cotmehê li seranserê cîhanê hate destpêkirin, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi sernava “Li Cîhanê û Tirkiyeyê girtiyên siyasî” konferansek tê lidarxistin. Kesên ku di qada xwe de pispor weke axaftvan beşdarî konferansê dibin. Konferans li Unî Maîl a Zanîngeha Cenevreyê ye.

Di rûniştina duyem a konferansê de bi sernava “Li Tirkiyeyê muameleya ku li girtiyên dîrokî û siyasî yên girtîgehan tê kirin” û “rewşa heyî ya li girtîgehên Tirkiyeyê” panelek hate lidarxistin. Ji Nûneriya Ofîsa Cenevreyê ya NY’ê ya Tevgera Dostatiya Di navbera Gelan û Têkoşîna Li dijî Nîjadperestiyê (MRAP) Gîanfranco Fattorînî moderatoriya panelê kir. Ji Hevserokatiya Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, Endama Komîsyona Girtîgehê ya OHD’ê parêzer Zelal Aydogan û siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş di konferansê de axivîn.

EREN KESKÎN: TIMÎ HIQÛQEKE TAYBET LI DIJÎ KURDAN HATE PÊKANÎN

Destpêkê ji Hevserokatiya Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn di panelê de axivî. Eren Keskîn ku bi online beşdarî konferansê bû, diyar kir ku dewleta Tirk ti carî dest ji polîtîkaya înkarê bernade. Eren Keskîn got ku dewleta Tirk li her qadê li dijî Kurdan hiqûqeke taybet pêk tîne û got: “Eger hûn bêjin li vî welatî pirsgirêka Kurd heye, eger hûn bêjin di dîroka vî welatî de qirkirina Ermeniyan heye, hûn ê timî li vî welatî sûcdar bên dîtin.”

‘LI ÎMRALIYÊ TI HIQÛQ NAYÊ PÊKANÎN’

Keskîn ev tişt jî got: “Eger hûn bixwazin Tirkiyeyê fêm bikin, li bîrdoziya damezrandina Tirkiyeyê binêrin. Îro Erdogan û Kemalîst derbarê gelek mijaran de bûne hevpar.

Girtîgeha Îmraliyê li gorî hiqûqa hundirîn a Tirkiyeyê nayê birêvebirin. Hîna jî em nizanin ka Îmralî bi kîjan hiqûqê tê birêvebirin. Ji roja ku Abdullah Ocalan hatî girtin û vir ve, timî rû bi rûyê hiqûqeke taybet ma.”

HIQÛQA DIJMIN

Keskîn ragihand ku li Tirkiyeyê ewlehiya can a muxalîfan nîne û got: “Her roj bi gefên mirinê ji xew radibin. Yanî li Tirkiyeyê di serî de Kurd ti hiqûq ji bo muxalîfan nayê pêkanîn. Lê li hiqûqek li holê heye, ew jî hiqûqa dijmin e”.

ZELAL AYDOGAN: REJÎMEKE TECRÎDÊ HATE AVAKIRIN

Endama Komîsyona Girtîgehê ya OHD’ê parêzer Zelal Aydogan jî ev tişt gotin: “Gelek bêhiqûqî li dijî girtiyên siyasî hene, ku me êdî evane kategorîze kirine. Serkêşê van bêhiqûqiyan jî tecrîd e. Piştî ku Abdullah Ocalan anîn Îmraliyê, li girtîgehên Tirkiyeyê sîstemeke nû hate avakirin. Ji wê rojê heta îro li girtîgehan li dijî girtiyên siyasî rejîmeke tecrîdê hate avakirin.”

Aydogan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got ku ev girtiyên nexweş nayên berdan, ji bilî wê nayên tedawîkirin jî. Zelal Aydogan got: “Meseleya girtiyên nexweş ji hiqûqê wêdetir, beriya her tiştî meseleyeke mirovî û wijdanî ye.”

KEMAL AKTAŞ: JI GIRTÎGEHÊN AMEDÊ HETA ÎMRALIYÊ BERXWEDANEK HEYE

Siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Heta ku tecrîda Îmraliyê baş neyê fêmkirin, îro ti pirsgirêkên ku li girtîgehên Tirkiyeyê hene baş nayên fêmkirin.”

Aktaş pêkanînên dermirovî yên li girtîgehên Amedê bi bîr xist û wiha bilêv kir: “Li girtîgehên Amedê tenê êşkenceyeke giran nebû, li wir di şexsê girtiyan de înkara gelekî dihate armanckirin. Îro heman polîtîka û pêkanînên dermirovî di şexsê Rêber Apo de li Îmraliyê tên pêkanîn. Me ji girtîgeha Amedê bi berxwedanê hemû polîtîkayên dewleta Tirk pûç kirin, îro heman berxwedan li Îmraliyê û girtîgehên din tê raberkirin.”

Di rûniştina dawî ya konferansê de bi beşdariya ji parêzerên Buroya Sedsalê Raziye Ozturk, ji parêzerên Baroya Cenevreyê Olîvîer Peter û ji parêzerên Abdullah Ocalan Mahmût Şakar sernavên “Abdullah Ocalan û Sîstema Îmraliyê”, “Dîroka girtîbûna Ocalan û paradîgmaya wî” û “Îstema Îmraliyê û tecrîd” wê bên nîqaşkirin.