Konferansa 16'emîn a Kurd sibe li Parlamenta Ewropayê dest pê dike

Konferansa Kurd a Navneteweyî ya 16'emîn ku Parlamenta Ewropayê malovaniyê jê re dike wê roja Çarşemê dest pê bike.

Konferans wê bi navê "Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd" di 5-6'ê Sibatê de pêk were.

Konferansa ku bi pêşengiya Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewropa-Tirkiye (EUTCC) pêk tê, Koma Çep û Çepa Bakur Kesk (GUE/NGL), Koma Keskan / Tifaqa Azad a Ewropayê (Greens/EFA) û duyemîn koma herî mezin Koma Sosyalîst û Demokratan (S&D) ên li Parlamenta Ewropayê piştgiriya wê dikin.

Konferansa îsal bi pêşengiya gelek kesayetên navdar ve tê kirin. Ji xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê oldarê ji Efrîkaya Başûr Desmond Tûgû, parêzvana mafên mirovan a Îranê Şîrîn Ebadî, Sefîra Bilind a Aştiyê ya Konseya Ewropayê û Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Bîanca Jagger Bîanca Jagger, zimanzan û fîlozofê navdar Noam Choamsky û xwediya Xelata Sakharov parlamentera berê ya HDP'ê Leyla Zana çend ji pêşengên konferansê ne.

Rûniştinên destpêkê wê roja Çarşemê saet di navbera 14:30 û 18:30 de pêk werin û wê li ser mijarên "Zext û berxwedana li Tirkiyeyê" û "Tirkiye 2023: Dîktatorî û demokrasî" pêşkêşî bên kirin. Di nava qisekerên rûniştinên destpêkê de parlamenterên CHP, HDP û Partiya Saadetê jî hene.

Di konferansê de wê parlamenterên Parlamenta Ewropayê yên piştgiriya konferansê dikin mafê axaftinê bigirin. Her wiha parêzerê siyasetmedarên Kurd ên li Belçîkayê Jan Fermon jî wê biaxive. Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî wê parêzerek biaxive.

Roja duyemîn a konferansê jî wê 6'ê Sibatê be. Di rûniştinên ji saet 09:30 heta 17:00 de wê mijarên; sûc û dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava, armancên Osmanî yên dewleta Tirk, rewşa Kurdan, mafên tên înkarkirin, komkujî û qirkirinên hatin kirin, rewşa piştî DAÎŞ'ê, rol û helwesta Ewropayê li ser krîzên li Rojhilata Navîn, perspektîfên derketina ji nava krîzê, pêşniyarên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û rêbazên alternatîf bên nirxandin. Ji Misir, Ekvator û gelek welatên Ewropayê wê gelek parlamenter, lêkolîner, rojnamevan û akademîsyen di roja duyemîn de pêşkêşiyê bikin.