Konca: Daxwazên Guven mirovî ne, divê bên bicihanîn

HDP’iyan li Konseya Ewropayê bal kişand ser grevên çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hate destpêkirin, daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniya çapemeniyê de Parlementerê HDP’ê yê Çewligê Hişyar Ozsoy, Parlementera HDP’ê ya berê ya Sêrtê Besme Konca li gel Parlementerê HDP’ê yê berê yê Wanê Lezgîn Botan axivîn.

Parlementerê HDP’ê yê Çewligê Hişyar Ozsoy di daxuyaniya çapemeniyê de bal kişand ser berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven.

KONCA: REWŞA GUVEN ASTA KRÎTÎKBÛNÊ JÎ DERBAS KIRIYE

Piştî Ozsoy Parlementera HDP’ê ya berê ya Sêrtê Besme Konca axivî û anî ziman ku ji bo piştgirîkirina berxwedana greva birçîbûnê ya ku bi pêşengtiya Leyla Guven destpêkirî û niha li Tirkiyeyê nêzî 300 girtî tevlî bûne li pêşiya Konseya Ewropayê dest bi çalakiya nobedê kirine.

Konca bibîr xist ku greva Leyla Guven di roja 76’an de ye û diyar kir ku rewşa Guven asta krîtîkbûnê jî derbas kiriye.

Konca destnîşan kir ku Guven 30 sal in ji bo jinê têkoşînê dike û du deman jî serokatiyeke bi mînak a şaredariyan jî kiriye.

Konca da xuyakirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya li ser gelê Tirkiyeyê. Konca anî ziman ku daxwazên Guven daxwazên mirovî ne.

Konca bibîr xist ku Tirkiye endamê KE’yê ye û gelek peymanên wê îmze kiriye. Konca diyar kir ku divê saziyên ku Tirkiye endamên wê ne bi erka xwe rabin û got: “Leyla Guven wekîleke ku li desteyê kar dike û heman demê hevrêyeke ya kar e. Em bang dikin ku divê KE’yê li dijî Tirkiyeyê ya ku li ser peymanên îmze kirî di pêkanînê de helwestek were raberkirin.”

Konca bal kişand li ser rapora CPT ya kevin a têkildarî serdana Îmralî û diyar kir ku astengkirina hevdîtina parêzer û malbatan a bi Ocalan re suc e û di çarçoveya êşkenceyê de ye. Konca diyar kir ku daxwazên çalakgerên grevên birçîbûnê mirovî, hiqûqî ne û divê bêne pêk anîn.

Konca diyar kir ku daxwazên Leyla Guven daxwazên ku bêne qebûlkirine û got; “Em banga hestiyarbûnê li hemû sazî û raya giştî dikin, divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û daxwazên Leyla Guven bê pêkanîn.”

ÎMRET: HETA KU DAXWAZÊN GUVEN PÊK NEYÊ WÊ POLITÎKAYÊN ŞER BIDAWÎ NEBE

Hevşaredara Cîzreyê Leyla Îmret jî wiha got: “Heta ku daxwazên Leyla Guven neyê pêkanîn li Tirkiyeyê politîkayên şer bi dawî nabe.

Em dixwazin bibin dengê Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê. Divê saziyên Ewropî bikevin nava tevgerê û daxwazên çalakgeran pêk bînin.

Bi tecrîdê re li Tirkiyeyê siyaseta şer tê meşandin.”

BOTAN: DIVÊ EWROPA XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERBIKEVE

Parlamenterê berê yê Wanê yê HDP’ê Lezgîn Botan jî bang li Ewropa kir ku xwedî li nirxên xwe derkeve û got: “Ya Ewropa dike Ewropa nirxên wê yê 300 salî ne. Wekîleke ku hatî hilbijartin di roja 76’an de greva birçîbûnê didomîne sedemek yê vê heye ew jî bêhiqûqiya rejîma li Tirkiyeyê ye. Pêkanîna li dijî Leyla Guven cudahiyeke cidî ye.”