KON-MED banga tevlêbûna li çalakiyan kir

KON-MED bang kir ku her kes bi rengekî xurt tevlî meş û çalakiyên dijî êrîşên dagirker û qirker ên Tirk bibe.

Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên Elmanya (KON-MED) banga tevlîbûna meş û çaakiyên dijî dagirkeriya Tirk kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin dagirkeriya qirker a Tirk, ''dixwaze ku Kurdistanê û Kurdan ji dîrokê rake.''

KON-MED'ê qirkirina siyasî ya pêr  li ser siyasetmedarên jinên Kurd ên li Dîlok û Amedê bi bîr xist û hate gotin ev êrîş wê nikaribin têkoşînê rawestînin û ji bo ku gel ji qirkirinê were xilaskirin hewceyî bi yekîtiya giştî ya gel û tevgera hevpar û serhildnê heye.

Di daxuyaniyê de her wiha Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê di salvegera 39'an de hate slavkirin.

KON-MED'ê bal kişande ser meşa ku wê 17-18'ê Tîrmehê li Elmanyayê were kirin, ku meş wê du rojan bidome û ji Celle heta bi Hanoverê gel bimeşe. Bi meşê wê êrîş, komkujiyên dewleta Tirk ên li ser Şengalê, Êzîdiyan were destnîşnkirin û hewl were dayin ku li qada navnetewî dengê Kurdan bigihije hêzên navdewletî.

KON-MED'ê got, ''Li deverên ku plansaziya wê tê kirin li gelek navendên Elmanyayê were kirin gelê me wê bi bihistyariyeke zêde rabe, meşa dirêj 17-18'ê Tîrmehê ku ji Celle heta bi Hannoverê du rojan bidome'' û bang kir ku her kes bi  rengekî xurt tevlî çalakî û meşê bibe û her wiha tevlî çalakî û meşên ji bo Roja Rûmeta Netewî ya 14'ê Tîrmehê, salvegera Şoreşa Rojava bibe.