Komxebata hilbijartinê ya 'HADÎ Ewropa' hat avakirin

Dildarên HDP/Partiya Çep a Kesk ji bo destekê bidin xebatên hilbijartinê yên ji Ewropayê, Tora Ragihandina Demokratîk a Gelan - HADÎ Ewropa ava kirin.

Dildarên HDP/Partiya Çep a Kesk ên li derveyî welat, ji bo ji Ewropayê destekê bidin xebatên hilbijartinê, Tora Ragihandina Demokratîk a Gelan (HADÎ) li Ewropayê ava kirin.

Ji bilî kesên ev demeke dirêj e li Ewropayê dijîn, siyasetmedar, akademîsyenên aştiyê, rojnamevan, rewşenbîr, rojnamevan û hunermendên HDP'yî yên di pêvajoya dawî de neçar man biçin derve û li Ewropayê dijîn jî hene. Bi weşana zindî ya li ser înternetê ev tor hate avakirin. Daxuyaniya avakirinê ji aliyê 9 kesên ji Elmanya, Swêd, Fransa û Swîsreyê hate xwenedin. Hate diyarkirin li Yewnanistan, Hollanda, Îtalya, Avûstûrya, Danîmarka, Îngîltere û Bakurê Kibrisê jî dildarên HADÎ Ewropayê hene. 

Daxuyanî ji aliyê yek ji şoreşgerên Nifşê 68 Latîfe Fegan, akademîsyenê aştiyê Çetîn Gurer,siyasetmedara Elman Aynûr Karlikli (Dîe Lînke), Endama berê ya Meclîsa Şaredariya Seyhanê ya Edeneyê Leyla Ûyar, femînîst Perîhan Baçarû, aktîvîsta LGBTI+ Elefterîa Taş û akademîsyen Tûgçe Oklay û Selîm Eskiizmirli ve hate xwendin.

Her wiha hat destnîşankirin ku divê dildarên HDP'ê zêdetir tevlî xebatan  bibin û di nava demeke kurt de ji her kesî re were gotin ku wê HDP bi Partiya Çep a Kesk têkeve hilbijartinan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku li derveyî welat 3 milyon hilbijêr hene û beşeke wan a zêde tevlî hilbijartinê nebûne. Bang hate kirin ku tevlêbûna mirovan wê gelekî girîng be.

Hat ragihandin ku bi rêya malper û hesabên medyaya dîjîtal dikarin têkiliyê bi HADÎ – Ewropayê re were danîn.