Komunîstên Fransayê nerazîbûn nîşanî 'barbariya' li girtîgehên Tirkiyeyê dan

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) ji bo berdana siyasetmedra Kurd Aysel Tûglûk a rewşa wê ya tenduristiyê nebaş dibe, bang li hikumeta Fransayê kir ku 'li dijî barbariya li girtîgehan' bikeve nava liv û tevgerê.

Bi navê PCF'ê endama Komîteya Rêveber a Neteweyî û Seroka Departmana Navneteweyî Lydia Samarbakhsh daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li girtîgehên Tirk drameke nû ya mirovahiyê rû dide. Parlamentera berê ya Amedê Aysel Tûglûk, tevî raporên tenduristiyê yên metirsîdar di nava şert û mercên gelekî giran de tê hiştin. Aysel Tûglûk ku ji Kanûna 2016'an ve girtî ye, di mercên qirêj ên hucreyê de tê rizandin. Ji ber ku êdî nexweşa demansê ye, şert û mercên girtîhiştinê bû sedema zerarên ku veger jê nîne."

PCF'ê diyar kir ku tevî rewşa tê de ye Tûglûk hîn jî 'ji aliyê rejîma R.T. Erdogan a bêrehm ve tê girtin' û got, "1.600 mehkûmên siyasî yên Kurd ên tecrîdkirî û êşkence li wan tê kirin, di heman rewşê de ne. Girtî bi rêk û pêk li girtîgehan dimirin, yên din întixar dikin yan jî yên têne berdan jî piştî çend rojan dimirin."

PCF'ê destnîşan kir ku Tirkiyeyê 'peymanên navneteweyî hemû" û "mafên mirovan binpê dike" û destnîşan kir ku ev hovîtî û zilm demeke dirêj dewam kir.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) em radigihînin ku piştgiriyê didin Partiya Demokratîk a Gelan ku ev barbarî bandora herî giran li wan dike. PCF dixwaze ku parlamenter Aysel Tûglûk û girtiyên siyasî hemû tavilê bêne berdan. Dem hatiye ku li ser vê hovîtiya AKP a muxafazakar-Îslamîst a Tirkiyeyê bi rê ve dibe, pêkanîn bên ferzkirin. Divê Fransa di vê çarçoveyê de bi biryardarî tevbigere."