Komploya Navneteweyî li Adîgeyê hate şermezarkirin

Kurdên ku li Komara Adîgey Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Kurdên li komara xweser a Adîgey a girêdayî Federasyona Rûsya dimînin, ji bo şermezarkirina 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek lidarxistin.

Civîn li avahiya Mala Kurdan a herêmê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Bi ser navê Meclisa Gel axaftin hat kirin û hat diyar kirin ku dijmin bi girtina Rêber Ocalan xwest Kurdan bê hêz bike, lê belê negihîşt armanca xwe.

Civîn bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.