BI DÎMEN

Komploya 9'ê Cotmehê li 3 bajaran hate şermezarkirin

Di çarçoveya pêngava ji bo azadiya Abdullah Ocalan de li Berlîn, Kassel û Grazê çalakî hatin lidarxistin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê bi beşdariya gelek şoreşgerên enternasyonalîst, rexne û analîza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li reel sosyalîzmê hate xwendin.

Gisela Natur di destpêka civînê de axivî, bal kişand ser komploya 9'ê Cotmehê û bi bîr xist ku 42 meh in agahî jê nayê wergirtin.

KASSEL

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 26 sal in tecrîdkirî ye, li deverên cuda yên bajêr wêneyên Abdullah Ocalan û afîşên bi nivîsa "Freiheit fur Ocalan" hatin daliqandin.

GRAZ

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi beşdariya Parlamenterê Mêrdînê yê DEM Partiyê Kamûran Tanhan civîna gel hate lidarxistin.